Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu daxuyand ku navê Balyoz Andry Karlov ku duh êvarê di encama sûîqestê de hate kuştin wê bidin kuçeya ku Balyozxaneya Rûsyayê lê ye.
Wezîr Çavuşoglu beriya hevdîtina dualî ya bi Wezîrê Karên derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov ra daxuyaniyeke hevpar da. Çavuşoglu wiha axivî:
“Ez êrişa dijî Balyoz Karlov ku balyozê we ye û dostê me ye, lanet dikim. Armanca êrişê ew e ku zirarê bide peywendiyên me.
“Em mecbûr in derxin holê ku ka kê li pişt vê êrîşa terorê ya xaîn û nemerd da hene. Emê digel hev vî karî bikin û b ser bikevin.”
Çi bûbû?
Konsulê Enqereyê ya Rûsyayê Andry Karlov duh li Enqereyê di vekirina raxisteka li Navenda Hunerên Hemdem de dema axavtin dikir rastî êrişa çekdarî hat.
Di encama gulereşanê de 9 gule li bedena wî ket û Karlov canê xwe ji dest da.
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu daxuyand ku navê êrişkar Mevlut Mert Altintaş (1994) e û ew polîs e.
(ÇT/YO)