Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Mevlût Çavûşoglû, Wezîrê Karên Derve Mevlut, bi Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyê yên Amerîkayê re, li Komara Domînîkê hatine gel hev.
Çavuşogluyî, di hesabê xwe yê Twitterê da ragihandiye ku ew her du li ser babetên Derya Sipî ya Rojhilat, Lîbya û Sûrîyê sekininê.
Çavûşoglû weha nivîsîye, “Em dê li dijî pêngavên provaktîf yên têkilîyên Yûnanan û Rûman, bi berdewamî mafên welatê xwe û tirkên Qibrisê biparêzin.”
“Tiştê em dikin li gor hiqûqa navneteweyî ye”
Mîke Pompeo, Wezîrê Karên Derve yê DYAyê jî dîsa di Twitterê da gotiye, dema em bi Çavuşogluyî ra civîyan, li ser hewceyîya kêmkirina rageşîya li Derya Sipî ya Rojhilat sekinin.
Wezîr Çavuşoglu, piştî hevdîtina bi Pompeoyî re di civîna çapemenîyê da pirsyar bi vî awayî bersivandiye.
“Me li ser nexşeyê helwesta Tirkiyeyê ya li Deryaya Sipî ya Rojhilat, hem di çarçoveya Qibrisê da, hem bi awayekî giştî, bûyerên ku li Deyaya Sipî ya Rojhilat diqewimin û nêzîkatîya Tirkiyeyê ya di vê qonaxê da rave kirin.
“Me ji wan ra helwesta Tirkiyeyê, doza wê ya mafdar û bergeha parzemîne rave kir. Yûnanîstan her propagandaya xerab dike, lê hemû tiştên ku em dikin li gor hiqûqa navneteweyî ye. Helbet, em hertim alîgirê dîyalogê ne.” (PT/AY/FD)