Wêne: Robert Fisk - Independent
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Nivîskarê Independentê, Robert Fisk “yekem rojnamegerê rojavayî ye ku li Efrînê dinivîse.” Wî çavdêriyên xwe nivîsîne.
BBC Turkçeyê nûçeya Fiskî wergerandiya zimanê Tirkî me ji nûçeya wan agahî berhev kirin. Beşeka çavdêriên wî ev e.
“Li gundekî biçûk ê bi navê Maabatliyê Taha Mustafa al-Khatr, hevjîna xwe, du keçên xwe û kurê xwe ji beriya ku razin şimik û pêlavên xwe danine ber deriyê xwe. Ev kevneşopîyek e û nîşan dide mal paqij e.
“Piştî topeka Tirkan li mala wan dayî ew şimika plastîka a erzan helbet hê jî li wê derê bû. Piştî teqînê çend sietek borîn ku ez çûm nik wî xanîyî. Ew pêlav û şimik hêj li wê derê bûn. Çend ji wan ketibûn ser pêlpêlikan lê hê jî hinek ji wan li rexa hev rêzkirî bûn.
“Karmendên gihana hawarê yên bajarê Kurdan, Efrînê jî dest li pêlav û şimikan nedane... Lê bêguman term çûbûn. Safaya 19 salî bi awayekê mûcîzewî sax xelas bûye, bi tenê destê wê birîndar bûye... Lê helbet ew êdî sêwî ye...”
Nexweşxaneya Efrînê...
“Bi tenê ji bo Nexweşxaneya Efrînê 34 sivîl hatine birin, hat diyarkirin ku ji 70yê zêdetir balafirên Tirkan di 21ê Kanûna Paşiyê de li teqemenî li Efrînê dane.
“Li gor qeydên Dr. Jawan Polatî dayîn Independentê, ji 21ê Kanûna Paşiyê heta 26ê Kanûna Paşiyê 10 zarok û 7 jin jî tê de 34 sivîl mirine.”(EKN/MB)