Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Carmen Cobo, yek ji avakara Dayikên Plaza de Mayoyê koça dawî kiriye. Dayikên Plaza de Mayo ji bo zarokên li Arjantînê winda bûne werin dîtin, dest bi têkoşînê kiribû û bandor li avakirina Dayikên Şemiyê jî kiribû.
Dayikên Şemiyê zanyariya mirina Carmen Coboyê ragihandiye.
Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ev peyam weşandiye: “Em ji ber nûçeya koça dawî ya Carmen Cobo, avakara Plaza De Mayoyê gelekî xemgîn in ku me ji hebûna wan feyz girtibû. Têkoşîna bibiryar a Carmen Coboyê ya 45 salan a ji bo edalet û rastiyê ji bo me mîrate ye ku ji bo keça xwe Ines û hemû kesên li Arjantînê hatine windakirin dida.”
Dayikên arjantînî yên zarokên wan di navbera salên 1976 û 1983yê de di dema dîktatoriya leşkerî de hatine windakirin di bin navê Dayikên Plaza de Mayoyê hatibûn ba hev. Dayikan di sala 1977ê de li Plaza de Mayoya paytext Buenos Airesê, li ber Casa Rosada, mala serokatiyê cara yekem çalakiyek li dar xistibûn. Dayikan leçekên spî dabûn serê xwe û hewl dan sûcên rejîma leşkerî aşkere bikin. Têkoşîna dayikan bandor li hemû tevgerên mafparêz ên cîhanê kiriye. (RT/FD)