Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Çaremîn daneşîna doza Rojnameya Cumhuriyetê piştî operasyona li hemberî rojnameyê bi salekê bi rê ve diçe ku Berpirsê Weşanê yê Giştî yê Cumhuriyetê Mûrat Sabûncû, Parêzer û Serokê Liijneya Îcrayê yê Rojnameya Cumhuriyetê Akin Atalay, xwebatkarê muhasebeya Cumhuriyetê Emre Îper, nûçegîhan Ahmet Şik û Ahmet Kemal Aydogdû ku ji ber tweetên xwe tê sûcdarkirin, girtî tên dadgehkirin.
Raya giştî ya navnetewî dişopîne
Sarah Clark ji PEN a Navnetewî, Rachida Lanrabet ji PEN a Belçîkayê, rojnameger û nivîskarê Almanî Hans-Gunter-Wallraff, Jorgen Lorentzen ji PEN a Norwêcê, Serokê IPIyê John Yearwood, ji Konsolosiya Belçîkayê Jesper Kamp û ji Delegasyona Tirkiye ya YE Sema Kiliçer wê dozê bişopînin.
Endamê Lijneya Birêveberiya Weqfa Cumhuriyetê û parêzer Bulent Utku, nûnerê xwîneran ê rojnameya Cumhuriyetê Guray Oz, karîkaturîst Mûsa Kart, Nivîskarê Rojnameya Cumhuriyetê Hakan Kara, Endamên Lijneya Birêveberiya Weqfa Cumhuriyetê Onder Çelîk û Mustafa Kemal Gungor, Berpirsê Weşanê yê Giştî yê Pêveka Pirtûkê yê Rojnameya Cumhuriyetê, Turhan Gunay di daneşîna 29ê Tîrmehê de, nivîskarê rojnameya Cumhuriyetê Kadrî Gursel di 25ê Îlonê de tehliye bûbûn.
Akin Atalay, Mûrat Sabûncû 366 roj in, Ahmet Şik 305 roj in û Emre Îper jî 208 roj in ji azadiya xwe bêpar in.
Çi bûbû?
Nivîskar û rêveberên Rojnameya Cumhuriyetê bi îdiaya “Digel ku ne endamên rêxistinên PKK/KCK û FETO/PDYyê ne lê li ser navê rêxistinê sûc kirine” hatin sûcdarkirin.
BIXWÎNE: Nûçeyên Doza Cumhuriyetê
Daneşîna pêşiyê ya dozê di 24ê Tîrmehê de li 27emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Daneşîn 5 rojan berdawam kir û dadgeh biryara serbestiya Guray Oz, Musa Kart, Bulent Utku, Hakan Kara, Onder Çelik, Mustafa Kemal Gungor û Turhan Guneyî da. Murat Sabuncu, Akin Atalay, Kadri Gursel, Ahmet Şik û Ahmet Kemal Aydogdu hîn jî girtî ne.
Doza xebatkarê muhasebeya rojnameyê Emre Îper di 10ê Tebaxê de xistin nav doza esasî ya rojnameyê. Daneşîna bê wê di 11yê Îlonê de li Silivriyê birêve biçe (EA/FD)