Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di encama dadgehkirina jinûve de careke din 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê li mafparêz Dr. Serdar Kuniyî birine.
Serdar Kunî dema weke doktorê serlêdanê yê Navenda Referansê ya li Cizîrê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) kar dikir, hatibû desteserkirin. Kunî di 19ê Çiriya Pêşiyê ya 2016an de bi tohmeta ku “kesên tên îdiakirin endamên rêxistinê ne derman kiriye” hatibû girtin. Di 24ê Nîsana 2017an de tehliye bûbû.
2yem Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê di biryara xwe de gotibû ku Dr. Kuniyî “alîkarî daye rêxistinê” û 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê li wî birîbû. Di encamê de jî ew tehliye kiribû. Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Dîlokê ev biryar qebûl nekiribû û bi şûn de şandibû. Dadgehkirina Kuniyî di 25ê Nîsana 2018an de careke din destpê kiribû.
Duh 2yem Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê dîsa heman ceza daye Kuniyî.
Parêzerên Kuniyî wê li hemberî biryara dadgeha Şirnexê careke din serî li Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Dîlokê bidin. (AS/FD)