Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezîrê Karên Derve yê berê Edgars Rinkēvičs, ku li Letonyayê xwe wek hevzayend pênase dike, di encama dengdana parlamentoyê de wek Serokomarê nû hatiye hilbijartin.
Rinkēvičs li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kiriye ku ji bo ku ew weke Serokomar hatiye hilbijartin serbilind e û wiha gotiye, "Ji bo xizmeta gelê Letonyayê çi ji destê min bê ez ê bikim. Ji bo ku parlamenteran bawerî bi min aniye ez spasiya wan dikim."
Serokên din ên LGBTI+ yên li Ewropayê
Paolo Rondelli di cîhanê de cara yekem bi aşkere gotibû ez LGBTI+yî me , di Nîsana 2022an de bûbû Serokdewletê San Marînoyê ku yek ji welatên biçûk ên Ewropayê ye.
Serokwezîrê Îrlandayê Leo Varadkar, Serokwezîrê Luksemburgê Xavier Bette û Serokwezîra Sirbîstanê Ana Brnabic jî wek serokên LGBTI+ tên naskirin.(NT/AY)