Fotograf: Tûgçe Yilmaz/bîanet
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ahmet Yildiz di encama nefreta homofobîkî de di sala 2008an de hatibû kuştin. 36emîn danişîna doza kuştina Ahmet Yıldizê îro(6ê Çiriya Pêşiyê) li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya Edliyeya Anadoluyê pêk hatiye. Dadgehê danişîn taloqî 28ê Sibatê kiriye.
Biryara demkî hatiye aşkere bûye
Parêzer Yagmur Birdal di danişînê de destnîşan kiriye ku di qonaxa lêpirsînê de diyar bûye ku bav li Zaxoyê hatiye dîtin; bultena sor li ser daxwaza rêxistinên LGBTÎ+yan hatiye derxistin û tevî bultena sor ev kes hê jî nehatiye zeftkirin û ev weke hincet hatiye nişandan ku tu daxwaz nehatiye qebûlkirin.
Bîrdalê diyar kiriye û gotiye, tevî bultena sor, ger ev kes 11 sal in nehatiye zeftkirin, divê ji bo bi başî pêvajoya darizandinê bi pêş bikeve hemû daxwazên ku hatine redkirin bên qebûlkirin.
Di danişînê de cara yekeme daxwaza komeleyên LGBTI+yan yên guhdarkirina şahidan hatiye qebûlkirin. Danişîn ji bo 28ê Sibata 2023an hatiye taloqkirin.
Di doza ku Yahya Yildizê bavê Ahmet Yildiz kuşt bi sûcdariya kuştina bi qestî, binpêkirina qanûnên çekan û birîndarkirina bi zanebûn dihat darizandin, dîsa edalet nehat dîtin.
Di Doza Kuştina Ahmet Yildizê de dîsa edalet pêk nehatiye.
Duruşmadan sonra fotoğraf çekilmek isteyen LGBTİ+ aktivistlerinin bayrak açması polis tarafından engellendi. #AhmetYıldız @HeviLgbt pic.twitter.com/aNH92UyaVh
— Tuğçe Yılmaz (@tucyil) October 6, 2022
Çi bûbû?
Ahmet Yildizê di 26 saliya xwe de ji malbata xwe re aşkere kiribû ku ew hevzayend e. Piştî ve gef lê hatibû xwarin.
Piştî ku gef zêde bûye Ahmet Yildizê li dozgeriyê giliyê bavê xwe kiriye lêbelê tedbîr nehatiye stendin ku ev jî bûye sedema kuştina Yildizê ji aliyê bavê xwe ve. Hê jî li kujer Yahya Yildizî digerin.
Doza kuştina Ahmet Yildizê di 8ê Îlona sala 2009an de hatibû vekirin. Bi vê dozê re li Tirkiyeyê cara yekemîn bû ku têgeha kuştina namûsê ya hevzayendan bûye fermî.(TY/ED/AY)