Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Cara yekem e ku Mihemed bîn Selmanî biryarnameyeka kralîyê îlan kiriye. Prensê welîaht* ê Erebistana Siûdiyê, Mihemed Bîn Selmanî, Prenses Rima ji bo balyoziya Washingtonê(Dewletên Yekbûyî yên Amrîkayê) erkdar kiriye.
(*Welîaht: Namzetê kralîyê.)
Li şûna birayê xwe...
Bi biryarnameyê bû cara yekem ku jinek bû balyoza Erebistana Siûdiyê. Balyozê Erebistana Siûdiyê yê Washingtonê birayê prensê welîaht, Prens Xalid Bîn Selman bûye. Prensî, prenses li şûna birayê xwe erkdar kiriye.
Malbata dîplomat
Prenses Rimayê li Zanîngeha George Washingtonî ya li Amerîkayê, beşa Lêkolînên Mûzeyan xwendiye. Bavê prensesê, Bender bin Sultan jî di salên 1983-2005ê de bûbû balyozê Erebistana Siûdiyê yê li Washingtonê.
Xalê prensesê Suud el-Faysalî jî nêzîkî 40 salan wezîrîya karên derve kiriye.
(EMK/MB)