Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serdozgerîya Fedaral ya Almanyayê, Taha El-Cyê iraqî, bi îdîaya endamtiya rêxistineke terorî ya biyanî, sûcê li dijî mirovahiyê û qirkirinê dadgeh dike. DAIŞî 27 salî ye û ji ber sûcê qirkirina êzidîyan tê dadgehkirin.
Li gorî nûçeya Elmas Topçu ya ji Deutsche Welle yê, bersûc îlticayî Yewnanîstanê kiribû û li ser daxwaza Almanyayê li wê derê hatiye girtin û radest . Taybetîya doza vî bersûcî ew e ku li cîhanê cara yekem DAIŞiyek ji ber sûcê qirkirina êzidîyan tê dadgehkirin.
Êzidîyên ku Hatine Revandin
Serdozgerîya Fedaral ya Almanyayê, îdîa dike ku Taha El-C, sala 2015an li Fellûceya navçeya Iraqê jineke êzidî û keça wê ya pênc salî kirine kole, ew ji nan û avê kirine, zor daye wê ku dînê xwe biguhere, nimêj bike, xwe binixumîne, gelek caran tade li wan kiriye û ew kêm xistine.
“Dosyayên Sezarî”
Serdozgeriya Komarî ya Almanyayê diyar kiriye ku ew lêpirsînên berfireh derbarê şerê Sûriyeyê de dikin. Lêpirsîn him ji bo sûcên hikûmeta Sûriyeyê him jî ji bo DAIŞî û komên din tên kirin.
Serdozgeriyê her weha diyar kiriye ku ew di van lêpirsînan de fêdî ji 28 hezar fotografan distînin. Komeke polîsên leşker di Artêşa Sûriyeyê de cih girtine ev fotograf di nexweşxaneyeke Şamê de kişandine û bi van fotografan îşkencekirin hatiye tespîtkirin. Navê van fotografan di dosyayeke bi navê “Dosyayên Sezarî” de bicih bûne.
Her weha ew îfadeyên nêzîkî hezar jin û zarokan jî weke delil in ku ji destê DAIŞê rizgar bûne û di salên 2015 û 2016ê de xwe spartibûn Almanyayê.
Derbarê Qirkirina Êzidîyan da
DAIŞê, 3yê Tebaxa 2014an, li Iraqê, êzidî bi komî kuştin. Miletên Yekbûyî ev komkujî wekî “qirkirin” pejirandiye. Endamên DAIŞê, di nava sînorên Hikûmeta Herêma Kurdistanê da, jinên êzidî û keçên temenê wan piçûk bi zorê kirin koleyên cinsî, mêr mişext kirin û bi hezaran êzidî bi komî înfaz kirine.
Tê gotin ku, di encama êrîşên DAIŞê de, piraniya wan li Şingalê, nêzî pênc hezar mirov hatine kuştin û bi qasî deh hezar kes jî dîl ketine.
Qirkirinê, di sala 2014an da, piştî ku Pêşmerge li ser êrîşên DAIŞê vekişiyan, dest pê kiriye.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê sala 2019an, 3yê Tebaxê kir “Roja Qirkirina Êzidîyan”. (PT/AY/FD)