Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Çar xwendekarên ku di merasîma mezûniyê ya Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTÜ) pankartek rakiribûn û hatibûn desteserkirin, duh bi şev hatine girtin.
Sê xwendekar piştî merasîmê bi rojekê, yanî di 7ê Tîrmehê de, yê din jî di 9ê Tîrmehê de hatibû desteserkirin.
Berê jî doz li karîkaturê hatibû vekirin, lê beraet kiribû
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê, lêpirsîn li wan kesan dabû destpêkirin ku 6ê Tîrmehê dema merasîma mezûniyê ya li ODTÜyê pankart hilgirtibûn. Serdozgeriyê lêpirsîn bi tohmeta “heqareta li serokomarî” vekiribû.
Li ser wê pankartê karîkaturek hebû ku sala 2004ê li Kovara Pengûenê hatibû belavkirin.
Karîkatur bi ser navê “Cîhana Tayyîban” di berga kovarê de hatibû weşandin û Recep Tayyîp Erdogan weke fîl, zirafa, meymûn, dewe, beq, mar, çêlek û werdekê hatibû xêzkirin. Erdoganî doz li hemberî kovara Penguenê vekiribû û daxwaza 40 hezar lîreyê Tirkiyeyê kiribû. Lê Dadgeha Asliye Hiqûqê ya Enqereyê ya Yekem weşandina karîkaturê weke “azadiya xweîfadekirinê” nirxandibû û daxwaza Erdoganî qebûl nekiribû.
Parêzeran daxwaza serbestiya xwendekaran kiribûn
Parêzerên çar xwendekarên ODTÜyê li hemberî biryara desteserkirinê derketibûn, lê Dozger Mehmet Taştan bi nivîsa “ji ber hejmara gumanbaran zêde ye (sê kes)” ev daxwaz qebûl nekiribû. (AS/FD)