Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Çar xwendekarên bi tometa ‘’endambûna rêxistinê’’ hatibûn girtin li 14em Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê li cara didoyê hatin dadkirin.
Dadgehê biryar da Çagri Kurt, Heja Turk, Mehtap Demirci û Jûlîde Yaziciya ji 29ê Kanûna Paşiyê ve di girtîgehê de ne, li girtîgehê bimînin.
Xwendekarên girtî dê li 18ê Tîrmehê dîsa bêne dadkirin.
Biserdegirtina malan
Çagri Kurt, xwendekarê, Beşa Sîyasetê ya Zanîngeha Bîlgîyê ye. Heja Turkî xwe ji bo masterê li Zanîngeha Colombîyayê dabû qebûlkirin û dê dest bi xwendinê bikiriya lê ji ber ku girtî ye nikare. Mehtap Demîrcîyê nû xwendina xwe ya li Zanîngeh Bîlgiyê temam kiribû. Ew hemî li 28ê Kanûna Paşiyê hatibûn girtin.
Jûlîde Yazici li roja biserdegirtinê ne li malê bûye, ji bo îfadedanê hatiye vexwendin û dema çûyî dadgehê hatiye girtin.
Hişyar Aydinê xwendekarê Zanîngeha Bîlgîyê jî ji ber heman dosyeyê li Amedê hatiye girtin û li 19ê Nîsanê hatiye berdan.
Biryara nehînîbûnê li ser dozê heye. Heta niho ji ber heman dozê 13 kes hatine girtin. (BK/MB)