Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji bo rojnameya Ozgurlukçû demokrasiyê qeyûmek hatibû erkdarkirin. Çar xebatkarên desteserkirî yên rojnameyê Mehmet Ali Çelebi, Reyhan Hacıoğlu, Hicran Urun û Pınar Tarlak hatine girtin.
Li gor nûçeya Gazete Kariincayê rojnamegeran îfade daye û paşê Dadgeha Silh û Cezayan ya 3. a Stenbolê biryara girtina wan daye.
Polîsan bi ser navendê de girtibû
Polîsan bi ser çapxane û navenda rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê yên li Beyogluyê de girt.
Li gor nûçeya Jin Newsê xwediyê imtiyaza rojnameye Ozgurlukçu Demokrasiyê İhsan Yaşar, xebatkarê Çapxaneya Gunê, Kasım Zengin û xebatkarên çapxaneyê Kemal Kurt, Erdoğan Zamur, Musa Kaya, Cemal Tunç, Kemal Daşdöğen, İrfan Karaca, Mehmet Emin Sumeli, xebatkarê berê yê çapxaneyê Olcay Sarikaya û li Amedê Uğur Selman Kelekçiler hatine desteserkirin.
Polîsên hêza taybet siet 00.30ê dest bi operasyonan kiribû.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan ya Mezopotamyayê operasyona polîsan heta siet 3yê dom kiriye.
Qeyûm hatibû erkdarkirin
Piştî ku polîsan bi ser rojname û çapxaneyê de girtine bi çend rojan, biryara dadgehê ya erkdarkirina qeyûm ji bo rojnemeya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gunê hate aşkerekirin.
Biryara erkdarkirina qeyûmî ji hêla 7emîn Dadweriya Cezayan a Silhê ya Stenbolê ve hatiye dayin û ew hincet hatiye nîşan ku derbarê Efrînê de nûçe hatine çêkirin û weşanên derbarê wan de biryara berhevkirinê hene dihatin weşandin.
Li ser serlêdana parêzeran a li Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê, piştî operasyonê bi 9 rojan biryar gihiştiye ber destê parêzeran. Di biryarê de gelek beş hatine sansurkirin û dane parêzeran. Hinceta vê jî wiha hatiye diyarkirin ku “ji ber di biryarê de hin xalên nepenî hene tenê fotokopiya beşên peywendîdar hatine dayin”.
Di heman biryarê de hatiye destnîşankirin ku li ser daxwaza Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê, 23yê Adarê ji hêla 7emîn Dadweriya Cezayan a Silhê ya Stenbolê ve ji bo rojname û çapxaneyê qeyûm hatiye erkdarkirin.
Di saetên sibehê yên 28ê Adarê de polîsan girtibû ser rojname û çapxaneyê. Erkdarên saziya dewletê ya darayî (TMSF) ji parêzeran re gotibûn ku wan dest daniye ser rojname û çapxaneyê.
TMSFyê dest danî ser rojnameyê
Di biryarê de hatiye îdiakirin ku “xwedîyê rojnameyê, rayedarên şîrketa belavkirinê û berpirsên rojnameyê weke endamên rêxistina terorê tevgeriyane” û biryar hatiye girtin ku wan dest daniye ser hemû mal û milkên şîrketa rojnameyê.
Di biryara dadweriyê de hatiye îdiakirin ku “şikeke xurt derbarê wî tiştî de heye ku sûc di çarçoveya xebatên şîrketê de hatiye kirin” û weke qeyûm rayedarên TMSFyê hatine erkdarkirin.(BK/MB)