Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji 10 rojnamegerên ku di 25ê Nîsanê de hatibûn desteserkirin, Abdûrrahman Gok, Bêrîtan Canozer, Mehmet Şah Orûç û Remzî Akkaya hatine girtin.
Serdozgeriya Komarî ya Amedê lêpirsînnameyek dabû destpêkirin û di encama vê lêpirsînê de Dadweriya Aştî û Cezayî ya 3yem a Amedê ji bo 216 kesan biryara desteserkirinê dabû. Di encama vê biryarê de 128 kes hatibûn desteserkirin. Di nava wan de 10 rojnameger û medyakar jî hebûn.
Piştî ku li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê karûbarên wan ên yasayî qediyan, rojnameger Abdûllah Gok, Bêrîtan Canozer, Remzî Akkaya û Mehmet Şah Orûç, şandin dozgeriyê. Dozgerî daxwaza girtina her çar rojnameger kir û ew şand Dadweriya Aştî û Cezayî.
Li gorî nûçeya MAyê, dadweriyê biryara girtina rojnameger Gok, Canozer, Orûç û Akkayayî daye.
Piştî ku biryara girtina rojnamegeran hate dayîn, Rojnamger Gok dema derxistin ber deriyê salona girtîgehê wî got, “Wê faşizm têk biçe, qet xeman nexwin. Bila bimre faşizm, bijî çapemeniya azad.”
Ji Gokî pirsî ne: Tu endamê ti sendîkayê yî?
Li Midûriyeta Emniyetê di dema jêpirsînê de ji Abdûrrahman Gokî hin pirs hatine kirin ku di zabitnameyan de nebûn. Ji Gokî pirsî ne ku “Heta niha çi çalakî û xebat hene ku te plan kiriye tu bikî?”, “Nasnav, mahlas hene ku tu bikar tînî?” û “Tu endamê ti sendîkayê, partî an jî komeleyê yî? Ger hebe tu bi çi armancê bûyî endam?”.
Dadweriya Aştî û Cezayî şanoger Elvan Koçer bi şertê kontrola edlî, dozgeriyê jî şanoger Şahperî Alphan Bayhan serbest hiştine. (NT/FD)