Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Komisyona Girtîgehan a Şaxê Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (İHD) aşkere kir ku 4 girtiyên nexweş, li Girtîgeha Tîpa R ya navçeya Menemenê ya Îzmîrê ji 20ê Nîsanê heta niha di greva birçîbûnê de ne û daxwaz kir ku daxwazên van girtiyên ku nexweşiyên wan giranin bên qebûlkirin.
Girtî bi daxwaza van tiştan di grêva birçîbûnê de ne:
* Dema ameliyatkirina girtiyan hat, bila wan bibin ji bo ameliyatkirinê û ew bên dermankirin,
* Şert û mercên girtîgehê bila bên sererastkirin,
* Daxwaza şandinê ji bo girtîgehên din a girtiyan divê bê qebûlkirin ku ji zû de ye ev daxwaz pêk nayê.
Girtiyên nexweş ên ku di greva birçîbûnê de ne wiha ne:
Ergîn Aktaş: Milekî wî ji enîşkê ve yê din jî ji zendê ve jêkirî ye. Herweha bi nexweşiya KOAHê ye, digel raporên wî yên dibêjin nikare bi tena serê xwe bijî heye, piştî Rewşa Awarte ew li bi tena serê xwe li hicreyekê tê girtin.
Dîcle Bozan: Lingekî wê nîne, birîn li lingê wê yê din û li zikê wê hene. Nêzîkî salekê ye ku rêviyên wê ji derve ne, divê bi ameliyatê bixin nava laşê wê lê nayê ameliyatkirin.
Yûsûf Bûlût: Sala 1950yê ji dayik bûye. Bi nexweşiya penceşêrê ye û nikare rabe ser xwe.
Ehmedî Xemî: 18 salî ye. Felce û bêyî kursîka nexweşan nikare li ser xwe bigere.
Komisyonê aşkere kiribû ku li girtîgehan 402 jê giran, 1154 girtiyên nexweş tên girtin. (AS/FD)