Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Erebistana Siûdiyê, Misir, Emîrîyên Yekgirtî yên Ereban û Bahreynê eşkere kirin ku ew dê li dijî lihevhatina Amerîka-Qetarê tevbigerin.
Her çar dewletan bi rêya ajansên nûçeyan ên fermî yên welatê xwe helwesta xwe eşkere kir.
Dewletên navborî eşkere kirin ku “lihevhatina têkoşîna li dijî terorê” ya ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê digel Qetarê îmze kiriye, daxwazên dewletan pêk naînin.
Bi daxuyaniyeka hewpar dewletan got “heta Qetar daxwazên me yên adilane pêk neîne helwesta me ya li dijî wê dê bidome.
“Ev gav kêm e, çar dewlet dê lê binêrin ka li dijî fînansekirina terorê û rêdana terorê nûnerên Qetarê çawa tev digerin.”
Çi bûbû?
Erebistana Siûdiyê, Misir, Emîrîyên Yekgirtî yên Ereban û Bahreynê di 5ê Hezîranê de eşkere kiribûn ku wan têkiliyên xwe yên digel Qetarê sekinandine.
Dewletên navborî Qetar bi piştgirîdana terorê sûcdar dikin.(YY/MB)