Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji ber ku polîsan bi ser Çapxaneya Gunê de girtin û dest danîn ser wê û ji ber ku çapxaneyên din nexwestin rojnameya Welatê çap bikin, rojname bi makîneya fotokopiyê hat çapkirin û hat belavkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê piştî polîsan dest danî ser Çapxaneya Gunê, rêveberiya rojnameyê serî li çapxaneyên din dan da ku rojnameyê çap bikin. Lê agahdar bûn ku ji bo rojnameyê “çap nekin” fişar li xwediyê çapxaneyan hatiye kirin.
“Ji zimanê me ditirsin”
Li ser vê rewşê rojname bi makîneya fotokopiyê hat zêdekirin. Dîsa rûpelên rojnameyê li ser hesabê Twitterê yê rojnameyê hat parvekirin.
Hejmara îro ya rojnameyê bi sernavê “Ji zimanê me ditirsin” derketiye û bi gotinên “Şopdar û hevalên hêja ji ber zext û gefên li ser çapxaneyan, Rojnameya Welat îro nehate çapkirin. Em dê rûpelên rojnameyê li ser medya civakî bi we re parve bikin” bi şopîneran re hatiye belavkirin.
Heta ku çapxaneyekê peyda bikin wê li ser înternetê weşanê bike
Belavkarên rojnameyê fotokopiyên ku hatine çapkirin li abone û xwendevanan belav kirin.
Zeynel Bûlût xwediyê rojnomeyê jî li Amedê rojnameya bi makîneya fotokopiyê hatiye zêdekirin, belav kir.
Bûlûtî got, ji bo rojnameyê çap bikin em bi gelek çapxaneyan re axivîn lê hemûyan jî gotin ku ji ber fişara desthilatê nikarin qebûl bikin.
Bûlûtî got ku heta ew çapxaneyeke wêrek bibînin wê rojnameyê weke e-rojname li ser înternetê çap bikin û belav bikin û wiha got: “Digel hemû tiştan jî em ê karê rojnamegeriya bi zimanê dayikê” berdewam bikin. (EA/FD)