Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Mitînga ‘Li dijî derbeyê demokrasî’ ku ji hêla Yekîtiya Demokratên Tirk yên Ewropayê ve li bajarê Kolnê ya Almanyayê hat lidarxistin û çalakiyên protestoyê yên li dijî wê mitîngê di nav çapemeniya almanyayê de cih girtin.
Dawiya hefteyê di çapemeniya Almanyayê de geşedanên li Tirkiyeyê, hewldana derbekirinê û girtina rojnamegeran cih girtin. Ji ber ku ew mijarana ketiya rojeva dadgeh û jiyana rojane ya Almanyayê jî gelek fikaran anîn ziman.
Xebatkarê Deutsche Welleyê Deniz Karahan di medyaya Almanyayê de cihgirtina mitîng û çalakiyan berhev kirin:
Suddeutsche Zeitung
‘Li Tirkiyeyê ji beriya niha ve di navbera alîgirên Erdogan-Gulen de gelek tevlihevî-nakokî-nelihevkirib pêk tên. Divê Almanya hişyar be û nebe aliyekî wan tevlihevî-nakokiyan. Lêbelê di civaka tirk yên li vir de jî dixwiyê ku ew nakokî û tevlihevî ketiye rojeva wan jî. Li ser înternetê, li derve û hetanî di nav civaka wan bi xwe de nefret, tirs û guman rû dane.’
Westfalische Nachrichten
‘Ya ku li Kolnê pêk tê nîşandana hêzê ye û ji hêla Enqereyê ve tê beralîkirin. Ya ku Hukumeta Tirkiyeyê li welatê xwe pêk tîne, bi hezaran alîgirên Erdogan jî dixwazin li vir pêk bînin. Dibe ku li Almanyayê ji ber wê yekê nefret û tundî zêdetir bin.’
Berliner Zeitung
‘Li Tirkiyeyê pêl binçavkirinan piştî leşker, dadwer û karmendan gihişte rojnamegeran jî. Hukimeta Enqereyê derbarê 89 rojnamegeran de biryara girtinê da. Gelek ji wan rojnamegeran beriya niha di saziyên medyaya girêdayê Tevgera Gulenî de xebitîn. Lêbelê kesên weke sernivîskarê Hurriyetê yê berê Bulent Mumay ti eleqeya wî bi Tevgera Gulenî re nîn e û gelek rojnamegerên liberal yên wekî wê jî hatine binçavkirin. NY, YE û gelek hukimetên Ewropayê ji ber rewşa zextên ser çapemeniyê Tirkiyeyê rexne dikin û di vê warî de jî mafdar in.’
Hessische Niedersachsische Allgemeine
‘Divê hevkariya di warê dadgeh û hiqûqê de ya bi Tirkiyeyê re demildest were dawîkirin. Ji ber ku divê destê Erdogan negihêje dadgehên Almanyayê. Li Tirkiyeyê piştî ku hewldana paqişkirinê dest pê kir, sîstema dadê ket bin kontrola hukimetê û îtiatê wan dike. Daxwazên ji bo radestîkirina kurd û muxalifên AKPê jî delîl dê ji hêla wê sîstema dadê ve werin amadekirin. Eger dewleta bi hiqûq nebe, divê îadekirin jî nebe.’
(DK/ÇT/YO)