Pirtûka “Ferhenga Gotinên Pêşiyan” a nivîskar û helbestvan M. Çiya Maziyî bi çapa xwe ya duyem derket. Pirtûk ji hêla Weşanxaneya Berbangê ve hatiye çapkirin.
Maziyî pirtûk di salên 1990î de amade kiriye û çapa yekemîn a pirtûkê di sala 2005an de derketiye. Di vê çapa duyem a pirtûkê de de xelatiyên ziman û rêzimanî hatine serastkirin, hinek bilêvkirinên gotinan hatine guhertin û ev bilêvkirin ji nûv de hatine ravekirin. Ji bilî rêzkirina gotinan, bi awayê ferhengî ew hatine ravekirin û wateya peyv û têgehan hatine nivîsandin.
“Ferhenga Gotinên Pêşiyan” ji 480 rûpelan pêk tê û di pirtûkê de ne tenê gotinên pêşiyan, gelek mijar û gotar hene.
Mijarên ku di pirtûkê de cî girtine ev in: | |
*Gotinên pêşiyan çi ne, ne çi ne. Taybetiyên wan. *Mînakên gotinên pêşiyan bi tirkî û li himber wan yên kurdî. *Di gotinên pêşiyan de hunera peyvê û wêjeyê: • Şibandin • Rêzbendî (kafiye) • Wezn û pîvana kîteyan • Vegotina peyv û axaftinê • Vegotina çîrokî • Vegotina mecazî û pêwendî • Vegotina xeberbazî (çêrbazî) û qerfokî • Vegotina duwateyî (tewriye) • Vegotina hevnegirtî (bi nakokî) • Vegotina remzî (simbolî). *Di gotinên pêşiyan de peydekirina ramana bingehîn. *Cûdahiya biwêj û gotinên pêşiyan. *Mînakên hinek biwêjan. *Mînakên hinek biwêjên tirkî û li himber wan yên kurdî. *Di pirtûkan de gotinên pêşiyan û biwêj . *Werger û gotinên pêşiyan û biwêjan. *Wergera gotinên pêşiyan yên îngilîzî û li himber wan yên kurdî. *Çend gotinên zaraveyê kurdî-soranî. *Çend gotin û biwêjên ji zaravayê kurdî-dimilî. *Mînakên gotinên pêşiyan ji neteweyên dinyayé. *Gotinên navdaran (yén kurdan û dinyayê). *Gotarên li ser gotinên pêşiyan û biwêjan. *Nîqaşa 3 nivîskaran li ser 45 gotinên pêşiyan. *FERHENG: wate û ravekirina 2001 heb gotinên pêşiyan (kurdî-kurmancî). |
(FD)