Ji bo nûçeya Tirkî
Alîkarê Serokwezîrî Nurettin Canikli piştî civîna Lijneya Wezîran daxuyanî da çapemeniyê û pirsên derbarê rojevê de bersivandin.
Civîna Lijneya Wezîran li Beştepeyê li Kuliyeya Serokomariyê hat lidarxistin.
Canîklî bi bîr xist ku Civîna Wezîran a G20ê ya li Çînê bi beşdariya Erdogan Tirkiye hat temsîlkirin û bi wî re heyeteke berfireh beşdarî civînan bû û da zanîn ku Erdogan bi hikûmet û serokên dewlet3en weke Amerîka, Çîn, Almanya, Hîndîstan, Kanada, Afrîkaya Başûr, Avustralya û Rûsya ku beşdarî lûtkeyê bûn re hevdîtinên dualî kirin.
Operasyona TSK û OSOyê ya li dijî Sûriyê
“Heta niha bi tevahî 772 kîlometro kare cî ji DAEŞê hatiye paqijkirin û niha di bin kontrola Artêşa Sûriyeya Azad de ye.
“Di dema herekatê de heta îro, bi roja 15emîn vir ve mixabin ku 4 şehîd, 19 birîndarên me hene. 4 tankên me gelekî xisar dîtin, wesayîteke me ya muharebeyê ya bizirx jî hinekî xisar dît. Ji Artêşa Sûriyeya Azad jî 16 şehîd hene, 27 birîndar hene. Ji rêxistinên terorê yên wekî DEAŞ, PYD û YPGyê jî nêzî 110î mirî, 5 birîndar hene.
“Ji bo ku li Cerablusê binesaziya hewcedar û hewcedarî bên pêkanîn xebat berdewam dikin. Heta duşema pêşiya me dê av bê dayîn, heta roja şemiyê jî dê hewcedariya wan a vejenê bê pêkanîn.
Karmendên ku ji wezîfeyê hatin hildan
Canikli derbarê karmendên ku di çarçoveya operasyonên li dijî Cemaeta Fetullah Gulen de hatine derxistin de jî wiha got:
“Piştî ku ev biryar hatin dayîn heke di xebatên ku pişt re bên kirin de bê fehmkirin ku xeletiyek heye, me ew bi kîjan rêbazê ji kar dûr xistibe em ê dîsa bi heman rêbazê îade bikin.
“Di KHKya ku herî dawî hat weşandin de me dîsa 15 saziyên perwerdeyê yên ku bi KHKyên berê niha bi hinceta ku girêdayî FETOyê ne hatibûn girtin, vekirin û me îadeyê xwedî û kesên eleqedar kirin.
“Bi KHKya dawî li peywira ji 50 hezarî zêdetir xebatkarî anîn, heta niha rêjeya kesên ku bi gotina 'ez endamê FETOyê nînin, miameleyeke xelet hat kirin' hatin ji sedî 1ê jî kêmtir e. Ji vana yên ku îtirazên wan hatin nirxandin û mafdar hatin dîtin ji niha ve di navbera ji sedî 3-5an de jî nîne. Ev yek jî nîşan dide ku karê ku em dikin rast e.
(AS/YO)