Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku dadgehekê bi 4 sal û 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê ew ceza kir, Canan Kaftancioglû, Seroka rêxistina bajarê Stenbolê ya Partiya Gel a Komarî (CHP) ji bo cezayê lê hatiye birîn bicih were çûbû Edliyeya Stenbolê û li wir jî şandibûn Girtîgeha Silîvriyê. Kaftancioglû duh di saetên êvarê de bi şertên kontrola edlî serbest bûye.
Bixwîne- Seroka rêxistina Stenbolê ya CHPyê, Canan Kaftancioglû xistine girtîgeha Sîlîvriyê
Piştî ku Dadgeha Bilind cezayê girtîgehê yê Kaftancioglûyê pesendkiriye û biryara pesendkirinê ji dozgeriya girtîgehê re şandiye, Kaftancioglû û komeke ji partiya wê duh di saet 11.30an de ji bo kirariyên cezê çûbûn Edliyeyê ya Stenbolê ya li Çaglayanê.
Kaftancioglu piştî kirariyên li Serdozgeriyê ji bo cezayê lê hatibû birîn bicih were çûbû Girtîgeha Sîlîvriyê.
Kaftancioglûya ku bi şertê kontrola edlî serbest bûye ji endamên partiyê yên pêş girtîgehê li benda wê mabûn re axivîye.
Seroka CHPê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu bi şertê kontrola edlî serbest bûye(AEK/AY)