Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Xelata Hiqûqê ya Enstîtuya Bruno Leoniyî îsal wê bidin Canan Arin, parêzera feminîst û yek ji avakaren Komeleya Mor Çatiyê. Enstîtu her sal xelatê dide wan kesan ku ji bo mafên mirovan têdikoşe. Enstituyê aşkere kiriye ku ji bo têkoşîna li hemberî zewaca zarokan daye wan biryar dane ku xelatê bidin Arînê.
Ev xelat, yek ji wan xelatan tê dîtin ku di warê têkoşîna demokrasî û mafên mirovan de tê dayîn. Enstîtuya Bruno Leoniyî vê xelatê ji sala 2008ê û vir ve dide. Vernon L. Smith akademisyenê Amerîkî (2008), Deirdre McCloskey akademisyena Ingilîz (2016) û Leopoldo López siyasetmedarê Venezualayî (2017) hin ji wan kesan in ku xelat wergirtine.
Arin: “Diyariyî hemû jinên wêrek ên li hemû deverên cîhanê dikim”
Parêzer Canan Arin beşdarî merasîma xelatdayînê bûye ku li bajarê Mîlanoyê yê Îtalyayê çêbûye. Arinê ji bianetê re got ku ji ber xelatê him ecêbmayî mam û him jî bextewer bûm. Arinê diyar kir ku komeleya xelat daye wê, li Îtalyayê bûrsê dide pênc hezar zarokan:
“Ji ber xebatên min ên li Tirkiyeyê yên wêrek ên derbarê mafên jinan de ev xelat dane min. Ez wisa difikirim ku hemû jin wêrek in. Em gelekî deyndarê dapîrên xwe ne ku ew mafên ku em îro xwediyên wan in û yên li her devera cîhanê têkoşînê dikin. Ez xelata xwe diyariyî hemû jinên wêrek ên li hemû deverên cîhanê dikim”.
Derbarê Canan Arinê de
Yek ji Avakarên Weqfa Stargeha Jinan a bi navê Mor Çatiyê ye. Endama Avakar a Navenda Mafên Jinan a Baroya Stenbolê ye. Parêzer e. Piştî Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê qedandiye, li Ingiltereyê li London School of Economics and Political Scienceyê li ser hiqûqa destûra bingehîn kar kiriye.
Di navbera salên 1994 û 1997ê de di nava Lijneya Pisporên Tundkariya Li Ser Jinan û Wekheviya Jin û Mêran a Konseya Ewropayê de kar kiriye. (EMK/FD)