Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Leyla Guven Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê, ji bo rakirina tecrîtê 96 roj in ku di greva birçîbûnê de ye.
Celalettîn Can Berdevkê Hewldana 78an, Ozturk Turkdogan Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (İHD) û rojnameger Alî Bayramoglûyî duh (10ê Sibata 2019ê) çûne mala Guvenê û serdana wê kirine. Can, Turkdogan û Bayramoglû di dema pêvajoya çareseriyê de, endamên koma aqilmendan bûn.
Çav li rê bû ku Prof. Dr. Baskin Oran jî serdana Guvenê bikira. Lê ji ber ku li Balafirxaneya Stenbolê pirsgirêkek derketiye, neçûye Amedê. Ayşe Acar Başaran parlamentera HDPyê ya Êlihê û Sabîha Temîzkan keça Guvenê heyet pêşwazî kiriye.
Turkdogan: Divê qanûn ji herkesî de yeksan be
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, heyetê piştî serdanê li ber mala Guvenê ya li Amedê, ji rojnamegeran re axivî ne.
Turkdogan, Hevserokê Giştî yê İHDyê gotiye, weke aqilmendan wan armanc kiriye ku bi vê serdana pêşiyê balê bikişînin ser vê rewşê.
Turkdoganî diyar kiriye ku ew li gel Wezareta Dadê civiyan e û dixwazin bi Serokomarî re jî bicivin.
Bayramoglû: Ji bo ragihandina vî dengî çi ji destê min tê ez ê bikim
Rojnameger Bayramoglûyî jî wiha gotiye:
“Heke mirovekê mirin dabe ber çavê xwe, ne mimkun e ku mirov rêzê jê re negire. Lewre ji ber vê rêzgirtinê ez li vir im. Ji bo piçekî din bikaribim vî dengî ragihînim, ez ê çi ji destê min tê bikim.
Can: Digel ku em naxwazin jî dibe hin kes bimirin
Celalettîn Canî jî wiha gotiye:
“Ez ne di wê baweriyê de me ku ev çalakiya Leyla Guvenê daye destpêkirin, bi 303 mirovan bimîne. Wê hê bêhtir kes beşdar bibin. Digel ku em naxwazin jî dibe hin kes bimirin.”
Canî bang li hikûmetê kir ku daxwazên çalakvanên greva birçîbûnê bi cî bînin.
Canî her weha mesaja Baskin Oranî jî ragihand ku gotiye, “Jiyana mirovan di ser îdeolojiyan re ye. Em dixwazin Leyla Xan bijî.” (AS/FD)