Can Dundar ku ji 9ê Sibata 2015an vir ve Berpirsê Weşana Giştî ya Rojnameya Cumhuriyetê bû, dest ji wezîfeya xwe berda.
Can Dundar biryara xwe ya îstîfakirinê îro di nivîsa xwe ya bi serenavê ‘Wextê xatirxwestinê’ de daxuyand. Dundar di nivîsa xwe de diyar kir ku ew ê di rojnameyê de weke nivîskar xebetên xwe bidomîne.
Can Dundar destnîşan kir ku di vê dema hanê ku OHAL hatiye îlankirin de yê li hemberî wan dadgeh na, hukimet heye û ragihand ku ti baweriyekê wê ji edalet û dakirina heyî re nîn e û ew heta OHAL bi dawî nebe venagere Tirkiyeyê.
Can Dundar û Erdem Gul ji ber nûçeya TIRê Mîtê hatibûn dadkirin û piştre hatin girtin û 3.5 girtî mabûn.
Dundar di meha Tîrmehê de ji bo 2 mehan îzin hildabû û wezîfeya Berpirsê Weşana Giştî jî Aydin Engin girtibû ser xwe.
(EKN/YO)