Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokwezîrê Brîtanyayê, David Cameronî da zanîn ku ew ê ji pêşiya payîzê dest ji karê xwe berde. Wî gotiye: ‘’ Ez di wê hizrê de me ku welatê me hewceyî hikûmeteka nû ye. Lê belê serkêşê wê dê ne ez bim.’’
Cameronî li ber deriyê ofîsa serokwezîrîyê bersiva pirsên rojnamegeran daye. Wî gotiye divê heta Çiriya Pêşiyê, Partiya Mûhafazakar serokwezîrekê/a nû bibîne û divê serokwezîrê/a di Kongreya Partiya Mûhafazakar de hatî hilbijartin mûzakereyan digel Yekîtîya Ewropayê bike.
Cameronî ji bo welatiyên Brîtanyayê yên ne li Brîtanyayê jî eşkere kir ku guherîneka ji nifşkê ve dê nebe.
Wî da zanîn referandum ne girêdayîya wî ye û xelkê Birîtanyayê rêyeka [ji ya wî cidatir] hilbijartiye ji ber wê divê serokwezîrekê/a dî hebe.
Wî got: ‘’ Ez bawer dikim ku Brîtanya dikare ne di YEyê de jî be bijî.’’
‘’Referandûm ne ji bo siberoja sîyasîyan e ji bo siberoja welatî ye.’’
‘’Ez bawer dikim ku Birîtanya di Yekîtîya Ewropayê de parastîtir e û bihêztir e û bi zelalî min ev yek eşkere kir. Referandûm ne ji bo siberoja sîyasîyan e ji bo siberoja welatî ye.
Divê em ji niho ve nexşerêyekê nedanin ber xwe lê li gor min divê divê heta Çiriya Pêşiyê, Partiya Mûhafazakar serokwezîrekê/a nû bibîne.’’
Me ev nûçe ji Guardianê berhev kiriye. (ÇT/MB)