Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
2 kesên li Stenbolê di dema pêvajoya referandûmê de kampanyeya “Na”yê dimeşandin û di dema xwepêşandanên li hemberî biryarên Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) de hatin desteserkirin bi daxwaza girtinê şandin Dadweriya Ceza ya Sulhê. Piştî îfadeyên wan ên dadweriyê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
16 kesên ku di nava wan de Abdurrahman Atalay ê li Beyogluyê kampanyeya “Na”yê dimeşand û Rêveberê Partiya Azadî û Piştevaniyê (ODP) yê Stenbolê Mesud Geçgel hebû bi hinceta xwepêşandanên di 17ê Nîsanê de li Kadikoy û Beşîktaşê çêbûne, di 19ê Nîsanê de hatibûn desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ozden Atik ê Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) Abdurrahman Atalay, Hasan Guneri û Umit Goksel jî di nav de 5 kes îro piştî derketin pêşberî dozger hatin berdan.
Dozgeriyê ji bo xwepêşander S.G û O.B.A daxwaza girtinê kir. Herwiha ji bo kesên din jî bi şertê kontrola edlî daxwaza berdanê kir û ew şandin dadweriyê.
Dema ku xwepêşandar desteserkirî bû bi “Kirina çalakiya protestoyî ya dibêje Erê ne rewa ye û birêxistinkirinê gel bîne coşê” hatibûn sûcdarkirin.
Îro jî bi heman hincetê li İzmirê operasyona desteserkirinê hat lidarxistin. (AS/FD)