Kiyanûş Sencarî yek ji mafparêzên naskirî yên Îranê ye. Sencarî ji bo rejîma ku îraniyan ji ber fikr û ramanên wan zîndanî dike, protesto bike şeva Çarşemê li Tehranê xwe ji avahiyek bilind avêt û dawî li jiyana xwe anî.
Sencarî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî şeva 12ê Mijdarê peyamek belavkiribû û xwestibû ku 4 girtiyên siyasî bên berdan û her weha destnîşan kiribû ku ger ev daxwaza wî cîbicî nebe ew ê xwe bikuje.
Sencarî di peyama xwe de weha gotibû:
“Heke îro heta saet 19:00ê roja Çarşema 13ê Mijdarê Fatime Sepeharî, Nesrîn Şakremî, Tomaj Salihî û Erşam Rezayî neyên berdan û agahiya berdana wan li ser malpera nûçeyan a Edliyeyê neyê weşandin, ez ê li dijî dîktatoriya Xamineyî û hevkarên wî dawî li jiyana xwe bînim.”
Sencarî peyama xwe ya dawî roja din di saet 18:50ê 13ê Mijdarê de weşand. Her weha pêş ku xwe bikuje dîmenê avahiya ku xwe jê avêt parve kir.
۷ شب، پل حافظ، چهارسو pic.twitter.com/xBXjJ5gFpF
— Kianoosh Sanjari (@Sanjaribaf) November 13, 2024
Di peyama xwe ya dawî de weha gotiye:
“Dema cîbicîkirina sozê”
“Divê ti kes ji ber nêrînên xwe nekeve girtîgehê. Protesto mafê her welatiyekî Îranê ye.”
“Piştî vê twettê wê jiyana min bi dawî bibe, lê divê em ji bîrnekin ku nek em ji bo ku evîndarên mirinê ne, ji bo ku em evîndarên jiyanê ne canê xwe fêda dikin û vê didomînin.”
“Hêvîdar im ku rojekê Îranî şiyar bibin û bindestiyê têkbibin.”
“Bijî Îran.”
(AEK/AY)