Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Komeleya Ji Bo Dinê Aştî, Ji Bo Roboskiyê Edalet (Roboskî-Der) ku malbatên di Qerlîama Roboskiyê de hatibûn kuştin ve hatiye damezirandin, çalakiyên wî ji hêla Wezareta Karên Navxweyî ve hat sekinandin.
Li gorî nûçeya ANFê Serokê Komeleyê Velî Encu ragihand ku komele ji bo dadkirina sûcdarên qetlîamê ve hatiye damezirandin û balkêş e ku bi îdaya ‘faliyetên terorî pêk tîne’ ve hatiye girtin.
Velî Encu wiha got:
"Roboskî-Der ji bo rûyê rast ê komkujiyê nîşanî raya giştî bide, heta roja îro kar kir. Tevî ku hê kiryar nehatine darizandin, her roj zext li malbatên Roboskî hatin kirin û gelek hatin binçavkirin. Girtina komeleyê jî dewama hewldana ji bo parastina kiryaran e.
“weke malbatên Roboskî, em ê her tim daxwaza edaletê bikin. Heta ku edalet bê Roboskî em ê têbikoşin. Dema ku berpirsyarên sûcê li dijî mirovahiyê hatin cezakirin, wê hingî dilê dayikên Roboskî hinekî rehet bibe. Bi van rê û rêbazan wê nikaribin me bêdeng bikin."
(EA/YO)