Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja xwe ya 290an de qediyaye. Greva birçîbûnê ya ku ji bo tecrîda li ser Abdûllah Ocalan, Rêberê PKKyê rabe û binpêkirinên mafên girtiyan ên piştî pandemiyê zêdetir bûne, destpê kiribû.
Li gorî nûçeya ku ANFyê weşandiye, li ser navê girtiyan Denîz Kayayî daxuyaniyek weşandiye û wiha gotiye: “AKPya ku rengê xurtkirî û gûrkirî yê derbeya 12ê Îlonê ye, ji bo xwe layiqî afirînerê xwe bike, hemû hunerên xwe nîşan dide. Em ê jî bi rih, bîr û baweriya berxwedar ê zindana Amedê yê derbeya 12ê Îlonê têk biriye li ber xwe bidin û em ê bi ser kevin. Li gorî rihê Mazlûm Dogan, Çaran û Berxwedana 14ê Tîrmehê yê kevneşopiya me ya lêgerîna rastî û azadiyê ne, heta em Rêbertiyeke azad, Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk pêk bînin, em ê li ber xwe bidin.”
Li girtîgehan di 27ê Çiriya Paşiyê ya 2020an de çalakiya greva birçîbûnê destpê kiribû. Grev bêdem û dorveger bû û kesên diketin grevê destpêkê 5 rojan tê de diman. Lê ji 14ê Tîrmehê û pê de ev dem bûbû 15 roj. (RT/FD)