Fotograf: Medya Civakî
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hêzên Têkoşînê yên Yekgirtî (BMG) di 4ê Sibatê de ji bo deklerasyona xwe ya damezrandinê ragihîne, xwestibû li Kadikoyê daxuyaniyê bide. Her weha polîsan midaxale kiribû û Bûrcûgul Çûbûk, Cîgira Serokê Giştî ya Partiya Şoreşger desteser kiribû û cezayê zîndanîkirina li malê lê hatibû birîn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Çûbûkê ji 8ê Sibatê pê ve li malê zîndanîkirî bûye. Çûbûkê ji bo tevlî bername û çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê be bi îradeya xwe dawî li zîndanîkirina xwe ya malê kiriye.
“ Ez bi îradeya xwe dawî li zîndanîkirina xwe ya li malê tînim”
Çûbûkê li ser hesaba xwe ya medya civakî ragihandiye ku zindanîkirina xwe ya li malê bi dawî kiriye û gotiye: “Ji 8ê Sibatê ve di hepsa malê de me. Herî dawî Yildiz Îdîl Şen û Guneş Çetîn ên tevlî hevdîtina jinan bûn cezayê zîndanîkirina li malê girtin. Ez dibêjim îro di hepsa malê de nînim û di serhildana femînîst de me. Hepsa malê bi vîna xwe bi dawî dikim. Ez hezkirina xwe ji hemû jinan re dişînim. Em ê kapîtalîzma patriyarkal bişînin cihê wê. Em ê biserkevin.”
(EMK/AY)