Amedspor di Lîga Yekem a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de ye û duh kongreya xwe ya awarte pêk anî. Di kongreyê de Burç Baysal weke serokê nû hat hilbijartin.
Kongreya Amedsporê li Navenda Kongreyan a Sezaî Karakoçî hat li dar xistin.
Serokê berê Azîz Elaldi, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê Mehmet Kaya û gelek berpirs û endamên saziyên civaka sivîl ên Amedê beşdarî kongreyê bûn.
353 delegeyên Amedsporê hene û di kongreyê de Serokê Lijneya Şêwirê ya Amedsporê Burç Baysal wekî Serokê nû yê Amesporê hat hilbijartin.
Demek berê Ersun Yanal, rahênerê berê yê Amedsporê dev ji erka xwe berda û ji Amedsporê derket. Piştî Yanal, Servet Çetîn bû rahênerê nû yê tîmê.
Amedsporê îsal di 12 lîstikan de tenê 3 serkeftin bi dest xistine, di 5 lîstikan de jî encam wekhev bûye û di 4 lîstikan de jî li bin ketiye.
Her weha di lîgê de di rêza 17emîn de ye.