Bultena meha Tebaxê ya Infowelatê derketiye. Di berga vê hejmarê de nûçeyek derbarê “Roja Neteweyî ya Galisyayê” heye. Di nûçeyê de behsa pîrozbahiyên Roja Neteweyî ya Galîsyayê hatiye kirin.
Nûçeyeke din a di vê hejmarê de hatiye weşandin, derbarê fermîbûna zimanê fransizî ya li Maliyê ye. Her weha nûçeyek jî bi sernavê “Partiyên Herêmî Bûn Xwediyê 38 Wekîlên Îspanyayê” hatiye weşandin û di dewama wê de hatiye gotin ku “Partiyên li Katalonya, Bask, Galîsya, Giravên Kanaryaya û hin herêmên din ên otonom 38 kursiyên li Parlamentoya Îspanyayê bi dest xistin.”
Nûçeyeke din jî derbarê biryara Brîtanyayê de ye ku Jenosîda kurdên êzidî nas kiriye.
Ji bo tevahiya bultenê, bitikîne
(FD)