Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Ciwanên Şoreşger(Dev Genç) ê berê, Bûlent Ûlûer di 65 saliya xwe de mir.
Ûlûer hefteya berê nexweş bûbû û li Nexweşxaneya Kozyatagi Acibademê dihat dermankirin.
Bûlent Ûlûer di hilbijartinên 2015ê de li ser lîsteya Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) ji bo Stenbolê bûbû berbijarê parlamenteriyê.
Weşanxaneya Dîpnotê kitêbeka bi navê “Bûlent Ûlûer dibêje: Ez Çerkez im, Tirk im, Kurd im, sosyalîst im.” çap kir. Nivîskarê kitêbê Sezaî Sarioglû bû.
Bûlent Ûlûer kî ye?
Di sala 1952yê de li navçeya Inebolûyê ya Kastamonûyê hatiye dinê. Ew yek ji avakerên Federasyona Komeleyên Ciwanên Şoreşger e.
Sala 1978ê bû sekreterê Dev-Gençê. Dema derbeya leşkerî ya 12 Îlonê hat kirin ew yek ji wan kesan bû ku dewlet lê digeriya wî bigire. Ew hingê reviyabû Filistînê.
Bûlent Ûlûer di hilbijartinên 2015ê de li ser lîsteya Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) ji bo Stenbolê bûbû berbijarê parlamenteriyê. (HK/MB)