Fotograf: Yagmur Karagoz - bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Daîreya Cezayî ya 13an a Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Stenbolê sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê li Bulent Şik, Alîkarê Doçent Doktorî û Mihendisê Xwirekan biriye qebûl nekiriye. Dadgehekê ji ber rapora derbarê penceşêrê de bi civakê re parve kiriye ceza lê birî bû ku Wezareta Tenduristiyê we rapor amade kiribû.
Dadgeha Îstînafê gotiye ku rapor ne belgeyeke nepenî ye.
Li gorî nûçeya Canan Coşkûnê ya li Dikenê weşiyaye, dadgehê gotiye ku li gorî rewşa heyî rapora hatiye aşkerekirin ne belgeyeke aşkerekirina wê qedexe ye û ne nepen e. Ev tiştê ku Şikî kiriye, heke wezîfeya wî ya karmendiyê dewam bike dibe bibe sûcê dîsîplînê. Her weha diyar kiriye ku hîmên yasayî yên tohmetdariya li Şikî pêk nehatine.
Piştî biryarê Bulent Şikî li ser Twitterê wiha nivîsiye:
“Dadgeha îstînafê 15 meh cezayê girtîgehê yê li min hatibû birîn qebûl nekiriye. Ceza ji ber ku min encamên lêkolîna penceşêrê yên Wezareta Tenduristiyê vedişart, aşkere kiribû ev ceza li min birî bûn. Min beraet kir. Di serî de spasiyên xwe li hevalên parêzer û hemû dost û rêxistinên sivîl ên piştgiriya min kirin… bi kursatî spasiya her kesî dikim.”
Çi bûbû?
Bulent Şik dema li Navenda Lêkolînên Çandiniyê û Ewlehiya Xwirekan ya Zanîngeha Akdenîzê akademîsyen bû, di lêkolîna tenduristiya gelî ya Wezareta Tenduristiyê de kar kiriye.
Lêkolîn bi wê armancê hatibû kirin ku bê ka li Tirkiyeyê di navbera bajarên herî zêde penceşêr lê tê dîtin û gemara jîngehê de têkiliyek heye an na. Ji bo vê jî mînak ji av û xwirekên ji bajarê Kocaeliyê, Kirklarelî, Tekîrdag, Edîrne û Antalyayê wergirtibûn. Di encama lêkolînê de derketibû holê ku mîqdareke mezin ji pestisit, metalên giran polîsîklîk aromatîk hîdrokarbon û di avan de jî gule, alumînyûm, kron û arsenîka zêde heye.
Şikî encamên vê lêkolîna ku Wezareta Tenduristiyê veşartibûn, di bianet û rojnameya Cûmhûriyetê de weşandibû. Doz li Şikî hatibû vekirin û heta 12 salan cezayê girtîgehê dixwestin bidine wî. Di encama dadgehkirinê de 15 sal cezayê girtîgehê li wî birîbûn.
Parêzerên Şikî li dijî vê biryarê serî li Dadgeha Îstînafê dabûn.
Bulent Şik yek ji Akademîsyenên Aştîxwaz e û bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnan a Hejmar 677ê de ji akademîsyenê hatibû avêtin. (EKN/FD)