Fotograf: Medya Civakî
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî a Partiya Demokratî a Gelan(HDP) li meclîsê di civîna koma partiya xwe de axiviye.
“Ji Gareyê desthilat berpirse”
Bûldanê di civînê de weha axiviye:
““Berpirsiyariya desthilatê ewe ku mirova ne bi awayekî mirî divê zindî bîne. Ji ber vê yekê îqtidara AKPê ji tiştên li Garê kir jî û tiştên nekir jî berpirsiyar e. Îqtidar dixwaze bi polîtîkaya Garê xwe li ser piya bigire û cihê xwe zexm bike. Ev yek jî baş nîşan dide ku welat ber bi felaketek talûke ve dibin. Her kesî têkçûna wan a li Garê dît. Lê dixwazin Garê bikin şova siyasî. Hêj îqtidarê bersiva pirsên HDPê û muxalefetê yên derbarê Garê de nedaye. Ji pirsan direvin. Ji meseleya Garê direvin. Çimkî sûcdar in.”
“Ji bo desthilatdariya xwe biparêzin çûn Garê”
Bûldanê axaftina xwe weha berdewam kiriye: “Aramanca wan ew bû ku ji xwe re çîrokek wê çawa pê xilas bikin ji Garê derxin. Ji bo îqtidara xwe biparêzin çûn Garê. Dixwestin bi serkeftinek û mizgîniyê ji Garê bizivirin. Lê wan 13 mirov kirin armanca berjwendiyên xwe yên siyasî. Rastiya Garê wisa ye. Dema ku negihiştin armanca çikirin? Rabûn bi çar aliyan ve êrişî HDPê kirin û van êrişên xwe didomînin. Dijminatiya li dijî kurdan û nefretê dixin rojeva xelkê. Kurdan û HDPê li ber çavê xelkê reş dikin. Lê wê nikaribin Tirkiyeyek bê HDP’ê birêve bibin.”
“Em te hewaleyî xwedê dikin”
“Em bi desthilatek êdî hişê xwe winda kiriye re rûbirû ne. AKPiyek ku di hilbijartinên 31ê Adarê de ew avêtin ser sergoyê siyaseta Enqereyê rabûye heqaretê li însanên deng dane HDPê dike. Ji wî re tenê hevokek me heye. Em te hewaleyî xwedî dikin.”
Îdiaya ku “HDPyê çûne Gareyê”
“Wezîrek Wan ê ku wêneyan di destê xwe de dibe, tîne û radike heye. Televîzyon bi televîzyonên gemarî digere û wêneyan nîşan dide. Ez ê niha bersiva derew û îftîrayên wî bidim. Li ser wêneyên pêvajoya çareseriyê ku di serdana Qendîlê de hatine girtin, ketiye pey helepitka îdraksaziyê. Xwedî giravî parlamenterek HDPê çûye Garê û hatiye siyasetê dike. Ya rast ji vê yekê re jî bes e. Ez li vir pir eşkere dibêjim; Ev derewek mezin e, îftira ye û propagandayek reş e. Ketiye pey helepitka veşartina sûcê xwe. Yên ku dixwazin vê propagandaya reş bikin nafikirin ku gelê wê sibê di bin vê de bimînin.”
Çi karê parlamentera me li Garê heye? Parlamenterên me dikarin biçin wir tenê cihekî ew jî li Hewlêrê bi Barzanî re hevdîtin bike. Ji bo hevdîtinên bi partiyên Başûr re car car parlamenterên me diçin Hewlêrê. Ji bilî vê diçin Ewropa û Amerîkayê jî. Duh hevala me Dîlan jî îftirayên wan derewand û bang kir ku derewên xwe piştrast bikin. Ez jî heman bangê dikim; Piştrast bikini heke hûn piştrast nekin hûn bi kêrî tiştekî nayên. Xwedî kesî şaş û maş neke û nexe vê rewşê.”
“Çav berdaye cîhê Erdogan”
Hûn dizanin rewşek çawa derbas dikin? Rastî jî li bin ketine. Di binê çala herî kûr de ne. Ev çala wan a kûr di rojên dawî de li Enqereyê xuya dike. Îftira, kumpas û êrişên wan ên li ser me dişibe serdema cemaetê ku rêbazek li hember me bikar dianîn. Diyar e ku van ji birayên xwe yên cemaetê gelek ders girtine û pir tişt hîn bûne. Derdê vî wezîrê ku wêneyan nîşan dide, çavê wî li cîhê Erdogan e.
“Erdogan dizane ew wêne çi ne”
“Ez li vir bang dikim; şerê desthilat û qoltixê xwe eşkere bikin. Şerê xwe li ser HDPê birêve nebin. HDP destûrê nade vê. Heman wezîrê wênehilgir diçe televîzyonan wêneyên şandeya me ku li ser destûra dewletê çûye serdanan nîşan dide. Hewl dide îdrasaziyê çê bike. Xwezî tu beriya wan wêneyan di televîzyonan de nîşan bidî tu biçûya ji serokê xwe bipirsiya. Te nîşanî Tayyîp Erdogan bida. Te jê bipirsiya Erdogan pêvajoya wan fotografan baş dizane. Bila ew ji te re bêje.
“Em bi destura hikumetê diçûn qendîlê”
“Ez gotinên vî zatî niha yek bi yek dibêjim; baş guhdar bike Soylû baş fêm bike. Di wan serdeman de çi bû? Me pêvajoya çareseriyê bi sê lingan birêve dibir. Lingek Îmrali bû, lingek Qendîl bû û lingek jî li cem hevdîtinên li cem hikumet û dewletê bû. Di wê pêvajoyê de her hevdîtina me li Îmraliyê li gel birêz Ocalan dikir bi destûr û agahiya dewletê pêk dihat. Piştî serdana li Îmraliyê jî em bi destûr û erêkirina dewletê diçûn Qendîlê. Piştî serdana Qendîlê ku em vedigeriyan me encama hevdîtinan ji şandeya dewlet-hikumetê re vedigot. Şandeya dewletê jî beriya em biçin Îmraliyê, ew diçûn Îmraliyê û van agahiyan dibirin û bi birêz Ocalan re parve dikirin.”
Çîroka wê wêneyê
“Niha du wêneyan nîşanî te didim. Vî wêneyê li Îmraliyê kê girt? Kê va wêneya anî da me? Bila Soylû beg viya eşkere bike. Wêneyek din. Wêneyê bi şandeya dewlet-hikumetê re jî 28ê Sibatê di hevdîtina Mutabakata Dolmabaheçyê de hatiye girtin. Vî wêneyî jî ne me girtiye. Rayedaran û însanên tesmîlen li wir bûn girtin. Em li ser van her sê wêneyan bang li Wezîrê Karên Navxweyî dikin. Armanca van her sê wêneyan heman bû û diyar e ji aliyê kî ve hatine girtin. Di Mutabakata Dolmbahçeyê de hûrguliyek balkêş heye. Erdogan diyar kiribû ku wê ew roj kî li ku rûnê.”
(EMK/AY)