Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) ya Wanê Pervîn Buldanê, têkildarî astengkirina daxuyaniyên Dayikên Şemiyê, du pirs ji Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya kir.
Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn hate bibîrxisti
Buldanê di sedema pirsa ku pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kir û ji Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya xwest ku bibersivîne de, ev tişt got:
“Dayikên/Mirovên Şemiyê yên ku ji çaryeka sedsalê zêdetir e li edalet û heqîqetê digerin, her hefte rewşa xizmên xwe yên bi darê zorê hatine windakirin dipirsin û dixwazin kujer bên darizandin. Çalakiya rûniştinê û daxuyaniyên dayikên Şemiyê ku 28 sal in dewam dike; Ji bo pêşîgirtina li vê yekê gelek hewldan hatin kirin, weke qedexe, destwerdan û tundiya polîsan, desteserkirin, dorpêçkirina Qada Galatasarayê. Lêbelê di encama serlêdanên ku hatin kirin de Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku bi midaxeleya li dijî dayikên Şemiyê û xizmên wan ‘Mafê wan yên Xwepêşandan û Meşê’ hatiye binpêkirin.”
“Tevî vê biryarê ji meha Mijdarê pê ve her çiqas dayikên şemiyê bêyî mudaxeleya fizîkî li hev kom bibin jî, astengiyên wekî herî zêde 10 kes dikarin beşdarî daxuyaniyê bibin û li ber bariyerên polîsan ên li derdora Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin hene. "
Buldan di çarçoveya mijarê de ev pirs ji Yerlîkaya kir:
* Tevî ku mafê civîn û meşê bi destûra bingehînî hatiye parastin û tevî biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn yên di vî warî de, armanca bingehîn û bingeha qanûnî ya sînordarkirina tevlêbûna daxuyaniyên Dayikên Şemiyê bi 10 kesan çî ye?
*Ger ez weke 11emîn kes beşdarî civîn û daxuyaniyên dayikên Şemiyê bibim li pêş min çi astengiyên qanûnî hene?
(EMK/AY)