Fotograf: Ajansa Mezopotamya
Ji bo nûçeya ingilîzî bitikîne
Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tevlî parlamenter, rêveber û endamên HDPyê “Meşa Demokrasiyê ya li dijî Darbeyan” berdewam dike. Bûldan û HDPyî gihîştine Sûltanbeyliyê, navçeya Stenbolê.
Pervîn Bûldan li vir gotiye ku ew ê sibê li Enqereyê danezanekê aşkere bikin û wiha berdewam kiriye: “Rêyeke dirêj li ber me heye. Di dawiya vê rêyê de aştî, demokrasî û edalet heye.”
Îro Meclîsa Jinan a HDPyê pêşekiya meşe kiriye. Polîsan dema karwan çûye Sûltanbeyliyê li wir wesayît sekinandine û li nasnameyên rêwiyan nêrîne. Polîsan destûra karwanê nedane û wesayît yek bi yek derbas bûne. Bûldan û yên pê re çûne Parka İbrahim Dedeyî.
Bûldan li vir axiviye û paşê HDPyî ber bi Girtîgeha Kandirayê bi rê ketine.
“Em ê meşa xwe ya demokrasiyê sibê li Enqereyê bidawî dikin. Li Enqereyê li cihekî diyar, em ê bi danezanekê meşa xwe temam bikin. Lê em ê vê meşe bidawî nekin. Em ê bi bernameyên curbecur vê meşê berdewam bikin.
“Rêyeke dirêj li ber me ye. Di dawiya vê rêyê de aştî, demokrasî û edalet heye. Li bendî me be Enqere, em tên. Bila rêya me hemûyan vekirî be. Em ê teqez bi ser kevin, em ê teqez kezenc bikin. An serkeftin, an serkeftin.” (TP/FD)