Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo “Programa Têkoşîna Demokratîk” a partiya xwe bi hevserok û serokên giştî yên pêkhateyên HDPyê re li Navenda Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) civiyaye.
Beriya civînê Bûldanê li ber deriye avahiyê bi rojnamegeran re axiviye û gotiye ku ew ê 15ê Hezîranê ji Edîrneyê, Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê HDPyê jî ji Colemêrgê dest bi “Meşa Demokrasiyê ya Li Dijî Derbeyan” dest pê bikin.
Daxuyaniya Bûldanê wiha ye:
“Bi daxwaza têkoşîna hevpar a li dijî êrîşên AKPyê, me serdana HDKyê kir. Hemû civaka Tirkiyeyê ji rewşa heyî dilgiran e. Em jî dixwazin bi piştevaniyê têkoşînê mezin bikin û dawî li vê rewşa xirab bînin. Em baş dizanin ku li Tirkiyeyê gelek beş ji vê rewşê dilgiran in. Li hemberî van êrîşan civak gelek aciz bûye. Li hemberî van êrîşan em ne bêalternatîfin. Ji bo vê me dest bi meşa demokrasiyê kir. A rast me meşa xwe ya demokrasiyê di 1ê hezîranê de, bi aşkerekirina ‘Belgenameya xwe ya Helwesta Demokratîk” dest pê kir.”
“Peyamên li var bajaran bên dayîn girîng in”
“Bajarên Edîrne û Colemêrgê ji bo rojhilat û rojavayê Tirkiyeyê du bajarên girîng ên sembolîkin. Weke ku tê zanîn Hevserokê me yê Giştî yê berê Selahattîn Demîrtaş û parlamenterê Colemêrgê yê berê Abdullah Zeydan di Girtîgeha Edîrneyê de tên girtin. Di heman demê berî çend rojan wekîltiya parlamentera me ya Colemêrgê û Hevseroka KCDyê Leyla Guven betal kirin. Ji ber vê peyamên em li van her du bajaran bidin pir girîngin.”
“Em ê têkoşîna xwe ya hevpar dewam bikin”
“Meşa ku em ê li dar bixin ne tenê ji bo HDPyê ye. Di heman demê de ji bo akademîsyen û jina ye jî. Îro li Tirkiyeyê, gelek kes bi xizantî û hejartiyê re rû bi rû ne. Em ji bo hemû kesên rastî zext û êrîşên desthilatdariyê tên vê meşê li dar bixin. Em ê bi hezên demokratîk re têkoşîna xwe ya hevpar dewam bikin.”
Banga Tifaqa ji bo demokrasiye kiriye
“Di xebatên xwe de em daxuyaniyên tifaqek zelal didin. Medya alîgir vê yekê cuda nîşan dide. Banga tifaqa zelal, banga tifaqa demokrasiyê ye. Lê hin derdor û beşên cuda dibêjîn qey em banga hilbjartinê dikin û hewl didin vê têgînê belav bikin. Halbûkî em banga tîfaqa demokrasiyê dikin. Ji xwe em partiyekê tifaqê ne. Partiya Demokratîk a Gelan partiyekê ban ji 6 pêkhatiyan pêk tê. Banga me ya tifaqê jî ji bo hemû hêzên demokrat in.” (EMK/FD)