Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDA) Pervîn Bûldanê di civîna koma partiya xwe ya Meclîsê de axiviye.
Ahmet Turk, Sirri Sakik, Hevserokê Giştî yê IHDyê Ozturk Turkdogan, Hevseroka Giştî ya KESKê Şukran Kablan, Hevseroka Giştî ya SESê Gonul Adibellî, Hevserokên şaxê Enqereyê yên OHDyê Şevîn Kaya û Fevzeddîn Korkmaz, ji Tevgera Azadiyê Metîn Pîranî, Fevzî Bûlgan û Selma Soner û rêveberîn Partiya Keskparêz û Çepgiran, rêveberên EMEP û DBPyê yên Enqereyê, nûnerên Enqereyê yên TOP, HDKê û Platforma Şoreşgerên Nifşê 78an beşdarî civînê bûne.
"Ji bo HDPyê rewşeke nezelal nîne"
Bûldanê bi bîranîna salvegera 16an a kuştina Berpirsê Giştî yê Weşanê yê rojnameya Agosê Hrant Dînkî dest bi axaftina xwe kiriye û derbarê pêvajoya hilbijartinê de gotiye:
"Bloka AKP-MHPyê dixwaze bi doza girtinê re, bi destdanîna li ser alîkariya Xezîneyê, bi taybet dixwaze di pêvajoya hilbijartinê de weke ku nezelaliyek hebe, bêhêvîtiyek û reşbîniyek hebe tevdigere û xwe diperpitîne. Dixwaze rewşeke wisa çêbike ku weke HDP di vê pêvajoya hilbijartinê de wê nebe û ji bo vê, derdorê xumam dikin. Ez li vir gelekî bi zelalî dibêjim ku ev tiştên vala ne û hewldanên bêfêde ne. Ji bo HDPyê jî ji bo gelê me jî bi ti rengî rewşeke nezelal nîne û wê nebe jî. Bi ti şêweyî cih ji bêhêvîtî û reşbîniyê re nîne. Ji bo rewşeke xumam tê de hebe nîne û wê bi ti rengî nebe jî. Ji bo hemû tişt gelekî zelal û vekirî ne. Em ê we di sendoqê de têk bibin. Ewqas.
"Ji bo desthilatê jî di rastiyê de rewşeke nezelal nîne. Lewre wê têk biçin, têk biçin, têk biçin. Lê ez sozê didim, em ê wan têk bibin. Hevpeymana Ked û Azadiyê wê vê sîstemî biguherîne. HDP wê bibe hêza esasî û diyarkera sereke ya hilbijartinê wê HDP be, Hevpeymana Ked û Azadiyê be."
"Dora duyem a vê hilbijartinê wê di Hezîranê de pêk bê"
"Desthilatdar ji bo hilbijartinê li dîrokekê digere. Her gav li falan dinêrin. Di diyarkirina roja têkçûna xwe de zehmetiyan dikişînin. Ji bo wan helbet hilbijartineke zehmet e. Ji Hezîranê ditirsin. Ji ber ku sendroma wan a 7ê Hezîranê heye. Hevpeymana AKP-MHPyê hevpeymaneke wisa ye ku di navbera Nîsan-Gulanê de diçe û tê. Roja ku hûnê biçin û nayên, ez ji we re bibêjim. Dora duyem a vê hilbijartinê tekez Hezîran e.
Namzetê hilbijatinê
"Çawa ku me berê jî gotibû, em ê mizgîniya namzeta/ê xwe ya/yê Serokomariyê di demeke nêzîk de bidin gelên xwe. Ez dixwazim careke din nîşan bidim û bibêjim, em ê bi namzekeke/î wisa bikevin hilbijartinê ku wê nûnertiya hemû rengên, nasnameyên, baweriyên, çandên vîna hevbeş, ked û azadaya jinan, gelê me, gelên Tirkiyeyê bike.
"Helbet wê namzeteke/î têkoşîna me ya demokrasiyê hebe ku di rêya wê de me bedel dane. Em di têkoşînê de hene, di berxwedanê de hene, di siyasetê de hene, di pêşbirkê de hene. Em di Serokomariyê de jî hene. Em di îdiaya birêvebirina welêt de jî hene." (AS/FD)