Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di mîtînga Partiya Çep a Kesk a Îdirê de axivîye.
“Em ê wan bişînin”
Buldanê diyar kiriye ku AKP û MHP her cure zilm, bêhiqûqî, neheqî û tundkariyê ji bo gel rewa dibînin got, "Em ê di 14ê Gulanê de wan bişînin û ji dîroka siyasî derxînin."
“Di nava vê çîrokê de pêkvejiyan, aştî û azadî heye. Di nav de hêvî û xeyalên ciwanan hene. Di nav de têkoşîna jinan heye. Vaye çîroka me ev e. Baş e lê çîroka AKP-MHP’ê çi ye? Di çîroka wan de birçîtî, xizanî, hejarî, dizî, nefret, hêrs, girtîgeh, tayînkirina qeyûman, çeteya 5an, AKP û MHPî hene. Heke tu mîna wan nefikirî û dengê xwe nedî wan, wê demê mafê bêhnstandin û jiyanê jî nadin te.”
“Ew dixwazin dewlemendiya xwe biparêzin”
“Krîza aborî êdî xelk perîşan kiriye. Ew nikarin xizanî û hejariya li Îdirê di paceyên qesrê de bibînin. Nikarin beroşên we yên vala, zarokên we yên birçî diçin dibistanê ji paceya qesrê bibînin. Ji ber ku ew bi tijekirina qaseyên xwe ve mijûl in. Ew bi dewlemendkirina alîgirên xwe ve mijûl in. Ew bi îhaleyên dê bidin çeteyên xwe ve mijûl in. Îro li qadên mitîngan heqaretan dikin, tiliya xwe li gel dihejînin. Rojekê gotin gaz derdikeve û roja piştre gotin petrol e. Lê nabînin ku ev tevek dibin gaz, difirin û diçin. Ew jî dê di 14ê Gulanê de bibin gaz û bifikirin. Bêguman heke çavkaniyên welêt ji bo cihên rast bên bikaranîn dê ev welêt bikare pêş bikeve. Lê ew li qesrên xwe hewl didin dewlemendiyên xwe biparêzin. Çavkaniyên vî welatî di esasê xwe de li Enqereyê li Beştepeyê ye. Qesra Erdogan e. Bila her kes bizane ku hemû çavkanî tenê ji bo Erdogan û alîgirên wî diçin. Ji bo cotkar û hilberînerên Îdirê nayên bikaranîn.”
“Erdogan xwe weke pêxember dibîne”
“Tekane derdê wan kursî û îktîdara wan e. Lê Îdirê biryara xwe daye û dê AKP’ê di 14’ê Gulanê de bike partiya tabelayê. Çîroka wan qediya, êdî fîlmê wan xelas bû.”
“AKP li qadan ji bo reşkirina partiya me her tiştekî dike. Dest bi derewan kiriye û her roj bi heqaret û reşkirina partiya me xebatên xwe didomîne. Erdoganek heye ku dibêje fermana ji Xwedê digire. Heta şerm nakin ku dîn jî ji bo siyasetê bi kar tînin. Erdoganek heye ku xwe weke pêxember dibîne. Her wiha AKP’yek heye ku baweriya gelê me îstîsmar dike. Êdî dem hatiye ku em ji vê rewşê re bibêjin bes e. Ew dem jî 14’ê Gulanê ye. Em ê di wê rojê de wan bişînin cihê jê hatine. Dema Erdogan nû hatî gustîla li tiliya xwe nîşan da û got; ‘tekane serveta min ev gustîl e.’ Lê niha bûye qralê gustîlan û bûye kesê herî dewlemend. Êdî dema têkbirina wî hatiye. Bayê Partiya Çepên Kesk li her derê ye û kesek nikare pêşî li me bigire.”
“Roja ku hûn dengê xwe didin û diçin ser sindoqan, pisûlayê bigirin destê xwe û tu partiyeke din nebînin. Tenê Partiya Çep a Kesk bibinin.”
(AS/AY)