Fotograf: Şermola Performans
Şermola Performansê bi lîstika xwe ya “Bûka Lekî” ji 3yem Festîvala Şanoya Kurdî ya Kerkûkê çar xelat wergirtine.
Festîvala Şanoya Kurdî ya Kerkûkê di 10ê Çiriya Paşiyê de bidawî bûye.
Di festîvalê de ji deverên cuda, komên şanoyê yên kurdî beşdar bûne. Şermola Performansê bi lîstika xwe ya bi navê “Bûka Lekî” çar xelat wergirtine. Li gorî vê encamê, Mîrza Metînê Xelata Baştirîn Derhênerî, “Bûka Lekî” Xelata Baştirîn Lîstikê, Pelda Balê Xelata Baştirîn Lîstikvana Jin wergirtiye. Her weha bi heman lîstikê Xelata Lîstika Yekem jî dane komê.
Ji ber pirsgirêkekê, rêveberên Kerkûkê destûr nedane ku komên şanoyên kurdî yên ji derveyî Hikûmeta Herêma Kurdistanê çûne, beşdarî festîvalê nebin. Ji ber wê jî beşeke festîvalê li navçeya Çemçemalê pêk hatiye. Ji ber heman sedemî jî merasîma xelatdayînê li bajarê Silêmaniyê li salona Highcrest Hotelê hatiye lidarxistin.
Lîstika Bûka Lekî ku promîyera xwe 2ê Nîsana 2022an de li Batmanê kiribû piştî heşt pêşandanan tevlî Festîvala Şanoyê ya ŞanoWanê bû.
Bûka Lekî her wiha dê 22ê meha Mijdarê li Batman Yenisahne bê nîşandan.
Bûka Lekî wê tevlî Festîvala Şanoyê ya Navnetewî ya Îzmîrê bibe û 9ê meha Berfanbarê li Kültürpark İzmir Sanat Kültür Merkeziyê derkeve pêşberî temaşevanan. (FD)