Civaknas û nivîskar Îsmaîl Beşîkçî di 27ê Îlonê de li 9emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê di dema nîşandana belgefîlma 'Bizim Îsmaîl/Îsmaîlê Me' a li ser jiyana wî de diaxivî, ji nişka ve nexweş ketibû û li ser hişê xwe çûbû. Piştre hat aşkerekirin ku xwîn rijîyaye ser mêjiyê Beşîkçî.
Her weha dermankirina Beşîkçî ya li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê didome.
Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Civakî (SES) a Amedê Mehmet Nûr Ulus têkildarî rewşa Beşîkçî agahî da û got ku niha xwîn naçe ser mejiyê Beşîkçî lê ji ber ku xetereya li ser jiyana wî didome, li beşa lênihêrtina awarte tê ragirtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê serdanên li nexweşxaneyê jî didomin.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak piştî serdanê axivî û got:
“Bijîşk dibêjin ku rewşa Îsmaîl Xoce stabîl e. Rewşekî neyînî nîne û xwîn jî naçe ser mejiyê wî. Lê dîsa jî xetereya jiyanî didome. Li gel xetere didome jî hişê Îsmaîl Xoce vekirî ye. Nîşan dide ku rewşa wî ya giştî ber bi başiyê ve diçe. Pir kin be jî me dît û silavên Amediyan jê re got. Wî jî silavên xwe ji xelkê Amedê re şand. Keniya û refleksên Îsmaîl Xoce baş bûn. Bijîşkên me jî wisa dibêjin. Em careke din şîfaya xêrê jê re dixwazin.”
Çi bûbû?
Civaknas û nivîskar Îsmaîl Beşîkçî di 27ê Îlonê de li 9emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê di dema nîşandana belgefîlma 'Bizim Îsmaîl/Îsmaîlê Me' a li ser jiyana wî de diaxivî, ji nişka ve nexweş ketibû û li ser hişê xwe çûbû.
Tîmên tenduristiyê li salona festîvalê midaxeleya destpêkê kiribû, Beşîkçî ji bo kontrol û dermankirineke berfireh biribûn Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.
Piştre hat aşkerekirin ku xwîn rijîyaye ser mêjiyê Beşîkçî.

