Ji bo nûçeya Tirkî
Saziya Agahî û Ragihandinê (BTK) derbarê êrişên li Balafirgeha Ataturkê de daxuyanî da. Di daxuyaniya k udi rûpela saziyê de hat weşandin de wiha hat gotin: ‘Derbarê parvekirinên ku di nav civakê de dibe sedema înfîalê û kesên ku vê yeke pêk tînin de li gorî qanûnê dê pêvajoya lêpirsîn û dadkirinê dest pê bike.’
Ji BTKyê hişyariya ‘berpirsyariya qanûnî’
Di wê daxuyaniya BTKê de wiha hat gotin:
‘Di 28/06/2016an de li dijî welatiyên sivîl û mehsûm êrişên terorî pêk hatine. Di encama wan êrişan de gelekl welatî canên xwe ji dest dane û gelekên wan jî birîndar bûne. Piştî wan êrişan dema pêkhatina teqînan û derbarê rewşa welatiyên li wir de hatine gelek dîmen hatine parvekirin. Ew kesên ku wan dîmenan parve dikin, bi zanetî an bi nezanî armanca wan êrişkaran pêk tînin û di nav civakê de dibin sedema înfîalê.’
‘Derbarê wan kesên ku bi parvekirinên xwe di nav civakê de dibin sedema înfîalê de li gorî qanûnê dê pêvajoya lêpirsîn û dadkirinê dest pê bike.’
Weşanên derbarê bûyerê de hatibûn qedexekirin
Piştî êrşişên ku duh saet 22:00an de li Balafirgeha Ataturkê pêk hatin, Lijneya Bilin ya Radyo û Televizyonê daxuyandibû ku hemû weşan û parvekirinên derbarê bûyerê de hatine qedexekirin.
(EA/YO)