Fotograf: Mackenzie Knowles-Coursin / US Holocaust Memorial Museum
Brîtanyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku hikûmeta wan bi awayekî fermî qebûl kiriye ku DAIŞê sala 2014an dijî kurdên êzidî komkujî pêk aniye.
Wezareta Karûbarên Derve ya Brîtanyayê daxuyanî weşand.
Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê yê ji Karûbarên Rojhilata Navîn Tariq Ahmadî derbarê mijarê de gotiye, “Şêniyên êzidî beriya 9 salan êşên gelekî giran ji destê DAÎŞê kişandin û bandora vê yekê hîn jî dewam dike.”
Wezîr Ahmadî destnîşan kiriye ku edalet û hesabdayin ji bo mirovên jiyana wan parçe parçe bûye gelekî girîng e: “Ev naskirina ‘dîrokî’ soza Mirnişîna Yekbûyî ya ji bo ‘wergirtina mexdûran a ji bo tazmînatê û xwegihandina edaleteke biwate’ xurt dike.”
Brîtanyayê heta niha qirkirina cihûyan, ya li Bosna, Rûanda, Srebrenîca û Kamboçyayê qebûl kiribû.
Beriya niha Swîsre, Almanya, Luksembûrg, Belçîka, Hollanda û Ermenîstan jî di nav de komek welatan “Qirkirina Êzidiyan” qebûl kiribûn.
Çi bûbû?
DAIŞê di 3ê Tebaxa 2014an de êrişî Şingalê kiribû. Di encama êrişê de bi hezaran kurdên êzidî yên sivîl hatibûn kuştin û bi hezaran jî koçber bûbûn. Di êrişê de 6 hezar jin û zarokên Kurdên Êzdî ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin û 400 hezar jî koçber bûn. Heta niha jî bi hezaran zarok û jin wenda ne û rewşa wan ne diyare. (FD)