Brîtanyayê bikaranîna vaksîna li dijî Covid-19ê destûr daye Pfizer û BioNTechê ev vaksîn çêkirine. Bi vî awayî, ew welat bû welatê pêşî yê ku bo bikaranîna vaksînan destûr daye.
Bikaranîna wan vaksînan wê vê mehê destpê bikin.
Matt Hancock, Wezîrê Tenduristiyê yê Brîtanyayê ji BBCyê re daye zanîn ku ew ê Pfizer û BionTech di qonaxa pêşî de vê hefteyê 800 hezar vaksînên vîrusa koronayê bidin. Hancockî dîyar kiriye ku nexweşxane ji bo sitandina perpûnan hazir in.
Komîteya Vaksînan a Brîtanî wê dîyar bike ku vaksîn berê ji bo kê werin bikaranîn. Li gor zanyariyan di qonaxa pêşî de karbidestên tenduristiyê û kal û pîr wê bikar bînin.
Kompanîya Pfizerê li ser destûra Brîtanyayê bi daxuyanîyekê daye zanîn ku ew ‘’kêlîyeke dîrokî’’ ye. (FD)
*Çavkanî: dengê amerîka