Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Boris Johnson, Serokwezîrê Ingilîstanê derbarê mutasyona koronavîrusa nû ango Covid-19ê de daxuyaniyeke nû daye.
Johnsonî gotiye ku dema em leza belavbûna vîrusê dibînin, him moralê wan xirab dibe him jî metirsîdar dibin. Johnsonî diyar kiriye ku, zanyar dibêjin ev cure ji sedî 50-70 bêhtir belav dibe û rêjeya ihtimala pêketina mirovan bilindtir e.
Serokwezîrê Brîtanyayê di berdewamiya axawtina xwe de destnîşan kiriye ku wan ji ber vê rewşê careke din biryara karantînekirinê daye û ji bilî kirin û firotinê, alîkarîya tibî, spor û karên ji malê nabin ji malê dernekevin.
Tedbîrên nû
Li gorî biryarên ku Johnsonî aşkere kirine wê di dema karantînayê de dibistanên seretayî û navîn perwerdeya online pêk bînin û hemû ezmûnên di asta netewî de wê werin taloqkirin.
Karantîna wê heta nîvê meha Sibatê dewam bike û heta wê dîrokê dê heta wê çaxê, vaksînan li kesên temenên wan ji 70yî mezintir, karmendên saxlemîyê û nexweşên rewişên wan giran bidin.
Jiber cureya nû ya vîrusa korona di demên dawî de rojane pirtir ji 50 hezar kes bi vîrusa koronayê dikevin û bi qasî hezar kes jî bi wê mirine.
Brîtanya di Adar û Mijdara 2019an de karantîna giştî ragihandibû. (TP/FD)