Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezîrê Wezareta Dadê, Bekîr Bozdagî li ser desteserkirina parlamenterên Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) got: ‘’Desteserkirina parlamenteran û temama biryaran encameka xwezayî ya qanûnan e.’’
‘’Mafekê Xwezayî’’
‘’Parlamenterên hatîn desteserkirin, alîkariya pêkanîna hiqûqê nekirine, wan hiqûq nas nekiriye. Wan rêz li hiqûqê negirtiye. [Di qanûnan de], di rewşeka bi vî rengî de divê çi bê kirin bi zelalî hatiye eşkerekirin. Her tişt li gor qanûnan dimeşe.
‘’Ji bo wan vexwendname diçe, ew naçin. Hingê çare çi ye? Çareya bi-zorê-anînê dimîne. Ji bilî bi-zorê-birinê ti tişt di destên desgehên dadkirinê de nehiştin.’’ (EA/MB)