Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezîrê dadê Bekir Bozdagî da zanîn ku di girtîgehan de 1752 zarokên girtî hene, hikmê girtinê ji bo 831 zarokan hatiye dayin û 476 zarok di girtîgehan de digel dayika xwe dimînin.
Wezîrê dadê bersiva pirsnameya li ser îdiayên dîyar dike li Girtîgeha Şirnexê ya ji Cûreyên Tyê îşkence hatiye kirin daye. Wezîrî daxuyand ku zarokên girtî li gor pîvanên navneteweyî di girtîgehan de têne hiştin.
‘’Îşkence nîne’’
Bozdagî da zanîn ku îdiayên Parlamentera HDPyê ya Mûşê Burcu Çelîk Ozkanê eşkere kirîn ne rast in.
Li gor Bozdagî girtîgeha li Şirnexê li gor pîvanên navneteweyî ye, Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamenê ya ku endamên wê ji hemî partiyên di parlamentoyê de pêk daîmî wê derê kontrol dike. (YY/MB)