Beşa ingilîzîyê ya Botan Timesê wê êdî wek malpereke serbixwe bi lînka en.botantimes.com weşana xwe bidomîne.
Berpirsê malperê Murat Bayram e û edîtora wê Yonca Sarsilmaz e. Dîzayna malperê Murat Bayramî çêkiriye û Şeyhmus Baykalî kodên malperê nivîsîne.
Kovara Botan Timesê ya bi Ingilîzîyê, BT Weekly jî dê li wê malperê bê weşandin. Dîzayna kovarê Ridwan Xelîl dike.
Malper wê vê gavê bi tenê nûçe û nivîsên ji Botan Timesê hatîn wergerandin biweşîne.
Şirketa Botan International Medya LTD xwediya malperê ye. European Endowment for Democracy (EED) piştgirîya Botan Internationalê dike û Rojnamegerên Sînornenas (RSF) partnera daîmî ya BotanIntê ye. (FD)