Bosna-Hersek: Mladić di girtîgehê de mir
Ratko Mladić di qirkirina Bosnayê de fermandariya hêzên Sırp ên Bosnayî dikir û ji ber rolê xwe yê di qirkirina Srebrenitsayê û dorpêçkirina Saraybosnayê de cezayê heta-hetayê stendibû. Mladić di girtîgeha Neteweyên Yekbûyî ya Laheyê de ku lê girtî bû mir.
Mladić di sala 2017an de ji ber qirkirin, suçên li dijî mirovahiyê û suçên şer cezayê heta-hetayê yê girankirî sitendibû û di sala 2021an de jî cezayê wî hatibû erêkirin. Mladić ji ber rewşa tenduristiyê xwe xwestibû tehliye bibe, lêbelê ev daxwaza wî di Gulana îsal de hatibû redkirin.
Mirina Mladić yek ji serkêşên leşkerî yên berpirsiyarê suçên herî giran ên Şerê Bosnayê bû. Mirina wî nîqaşên li ser edalet û hevrûbûnê yên zêdetirî sî sal in Bosna-Hersekê didimon, bi dawî nake. Dosyaya Bosnayê tenê ji darizandina fermandareki ango çend tawanbaran pêk nayê. Ew meseleyeke dîrokî ya berfireh e ku plansazên siyasî, saziyên ewlehiyê, pêkhateyên paramîlîter û helwesta civaka navneteweyî ya di seranserê şer de li xwe digire.
Yek ji mîmarên leşkerî yên qirkirinê bû
Ratko Mladić di seranserê Şerê Bosna-Hersekê yê salên 1992-1995an de wekî fermandarê Artêşa Sirp a Bosnayê peywirdar bû. Yekîneyên wî nêzî çar salan dorpêçkirina Saraybosnayê birêve birin; di dema vwê dorpêçkirinê de zêdetirî 10 hezar kes bi zanebûn hatin kuştin.
Paramîlîterên di bin fermandariya Ratko Mladić de, ciwanên boşnak dibin ku wan gulebaran bikin
Di Tîrmeha 1995an de, Srebrenitsa ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî "herêma biewle" hatibû ragihandin. Piştî ku hat dagirkirin, zêdetirî 8 hezar mer û zarokên Boşnak bi awayekî sîstematîk hatin qetilkirin. Dadgehên navneteweyî ev qetlîam wekî qirkirin pênase kirin û Mladić jî wekî yek ji berpirsiyarên sereke yên vî sûcê qebûl kirin.
Mladić piştî şer nêzî 16 salan bi qaçaxî jiya û di sala 2011an de li Sirbistanê hat girtin û radestî Dadgeha Cezê ya Navneteweyî ya Yugoslavyaya Kevin ku li Laheyê ye, hat kirin.
Darizandinên li Laheyê
Hesabê Şerê Bosna-Hersekê tenê ji Mladić nehat pirsîn. Rêberê siyasî yê Sirpên Bosnayê Radovan Karadžić jî ji ber qirkirin û sûcên li dijî mirovahiyê bi cezayê heta-hetayê hat cezakirin. Serokdewletê Sırbistanê Slobodan Milošević jî dema ku ji ber sûcên li Bosna, Xirvatistan û Kosovayê dihat darizandin, di sala 2006an de di zindanê de mir; derbarê wî de biryara dawî nehatibû dayîn.
Rêveberên payebilind ên Servîsa Ewlehiya Dewletê ya Sirbistanê Jovica Stanišić û Franko Simatović jî ji ber piştgiriya xwe ya ji sûcên li Bosna-Hersekê hatin mehkûmkirin. Gelek rayedarên leşkerî û ewlehiyê yên ku di operasyona Srebrenitsayê de cih girtibûn jî cezayên giran ên girtîgehê sitendin.
Tevî vê yekê, hin lîderên paramîlîter berî ku bên darizandin mirin; gelek faîl jî di dadgehên neteweyî de tu carî nehatin darizandin an jî dozên wan bi salan dewam kirin. Li Bosna-Hersekê xebatên dîtina kesên winda û vekirina gorên bi komî heta îro jî berdewam dikin.
Yek ji têkçûnên siyasî yên herî giran ên rojava ye
Şerê Bosna-Hersekê di heman demê de wekî yek ji têkçûnên siyasî yên herî giran ên civaka navneteweyî ket dîrokê.
Di dema belavbûna Yugoslavyayê de, Ewrûpa û DYA demeke dirêj berê xwe dan naskirina dewletên nû, diyarkirina sînoran û lêgerîna çareseriyên dîplomatîk. Di vê pêvajoyê de, siyaseta paqijkiirina etnîkî ya ku li Bosna-Hersekê bi lez belav dibû, di destpêkê de nehat tespîtkirin û di berdewamiyê de jî bi awayekî bibandor nehat rawestandin.
Ambargoya çekan ku Neteweyên Yekbûyî li ser hemû aliyan ferzkiribû, di pratîkê de li gorî berjewendiya hêzên Sırp ên Bosnayê bû ku wan çekên giran ên Artêşa Gel a Yugoslavyayê dewr girtibûn. Dewleta nû ya Bosna-Hersekê jî ji kapasîteya leşkerî ya ku karibe xwe biparêze bêpar hat hiştin.
Tevî ku Srebrenitsa ji aliyê Neteweyên Yekbûyî(NY) ve wekî "herêma biewle" hatibû ragihandin jî, yekîneyên Hollandî yên NYê rê li ber qirkirinê negirtin. Ev jî wekî yek ji têkçûnên herî mezin ên sîstema navneteweyî di bîr’an de cih girt. Piştre di raporên fermî yên ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û hikûmetên cihê yên Rojavayî ve hatin amadekirin de jî hat qebûlkirin ku di rêlibernegirtina bûyerên li Bosnayê de xeletiyên giran ên siyasî û saziyî hatine kirin.
Hesabê ku dawiya wan nayên
Dadgehên Cezê yên Navneteweyî yek ji darizandinên herî berfireh ên derbarê şerê Bosna-Hersekê de birêve birin. Di mijarên qirkirin, berpirsiyariya fermandariyê, koçberkirina bi darê zorê û tundiya zayendî ya sîstematîk de hîmên herî girîng ên hiqûqa cezê a navneteweyî afirandin.
Lêbelê biryarên hiqûqî ji bo temamkirina hevrûbûna siyasî û civakî têrê nekirin.
Mirina Ratko Mladić, dawî li çîroka jiyana yek ji faîlên herî girîng ên şerê Bosna-Hersekê anî. Hesabê hiqûqî yê qirkirinê heta asteke mezin hat pirsîn; lê ji bo Bosna-Hersekê hesabpirsîna esil, radestkirina berpirsiyariya siyasî, dîrokî û exlaqî ye ku li bendê temamkirinê ye.
Paşxane | Bîlançoya şerê Bosna-Hersekê
- Di navbera salên 1992-1995an de nêzî 100 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.
- Nêzî 2 milyon kes neçar man ku malên xwe biterikînin.
- Saraybosna nêzî 44 mehan di bin dorpêçê de ma.
- Di Tîrmeh 1995an de li Srebrenitsayê zêdetirî 8 hezar mer û zarokên Boşnak hatin kuştin.
- Dadgeha Cezê ya Navneteweyî ya Yugoslavyaya Kevn bi dehan rayedarên siyasî, leşkerî û ewlehiyê ji ber sûcên şer, sûcên li dijî mirovahiyê û qirkirinê mehkûm kir.
(AEK/AY)